Parlamenterê CHPê: Dikare bo HDPê wezaret bê dayîn

04-09-2022
RÛDAW
Nîşan CHP HDP Gursel Tekîn
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Parlamenterê Partiya Gel a Komarî (CHP) yê Stenbolê di beranmeyeke televizyonî de got ku eger partiya wan bibe desthilat dikare bo Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) wezaret bê dayîn. Ew parlmanterê CHPê dibêje nedana wezaretê bo HDPê berovajî  îradeya millî ye.

Parlamenterê CHPê yê Stenbolê Gursel Tekîn îro 4ê Îlona 2022ê beşdarî bernameya televîzyona Tirkiyê ya bi nave “Bazara Siyasetê” bû.

Gursel Tekîn di wê bernameyê de li beramber pirsa “Eger hûn bibin desthilat hûn dê wezaretan bidin HDPê” got: “Di Parlamentoya Tirkiyê de cîgirên serokên parlamentoyê ji hemû partiyan tên hilbijartin û Cîgirê Serokê niha yê Parlamentoyê parlamenterê HDPê ye. Nedana wezaretan bo HDPê berovajî îradeya millî ye.”

Parlamenterê CHPê dibêje: “Em bo serokê HDPyî destê xwe radikin? Serokên giştî jî di nav de. Dema dibêjin 'Birêz ez mafê axaftinê dixwazim' Hûn dê vê yekê weke mafekê hesab bikin lê ji bo rêvebirina vî welatî qebûl nabe. Wê demê beşdarî hilbijartinan nekin birayên min. Ma tiştek wiha dibe? Wê demê îradeya millî li ku ma? Ev dengdêr dê sibe çawa deng bide partiya xwe. Helbet dikare bo HDPê wezaret bê dayîn, dikare bo her partiyê wezaret bê dayîn." 

HDP sêyemîn fraksyona herî mezin e li Parlamentoya Tirkiyê ye û di hilbijartina dawî ya parlamentoyê de ku sala 2018an hat kirin, ji sedî 11.7ê dengan bidest xistin û ji 600 kursiyên parlamentoyê 67 kursî birin. Di vê gera parlamentoyê de mafê parlamenteriyê ji çend parlamenterên wê hatiye stendin û çend parlamenterên wê jî ji firaksiyona wê derketine.

Di hilbijartinên Tirkiyê de dengên HDPê yek alîker in û HDP bi kîjan  bereyên hilbijartinê  re  di nav hevahengiyê de be dikare encamên hilbijartinan biguhere.

Aliyên herî diyar ên hilbijartinên sala 2023ê yên Tirkiye jî Hevpeymana Cumhur ku ji AKPê û MHPê pêktê û hevehangiya 6 partiyên opozîsyonê ye ku weke maseya 6 partiyan jî tê binavkirin û  CHP serkêşiya wan dike. Ew 6 partî ji bo hilbijartinên sala 2023ê di nav hevahengiyekê de ne, lê HDP ne di nav wê hevhangiyê de ye û ligel 7 partî û aliyên siyasî  çep ên Tirkiye di nav hevpeymaniyeke bi nave Hevpeymaniya Demokrasiyê de ye.

HDPê di hilbijartinên Xwecihî yên sala 2019ê de li bajarên mezin ên Tirkiyê ligel CHPê hevahngiyek pêkanî û AKPê di wê hilbijartinê de piraniya şaredariyên bajarên mezin ên Tirkiye bi dengên dengdêrên HDPê ji dest dabûn û CHPê ew şaredarî bidestxistibûn. Niha jî ji bo misogerkirina desthilata xwe yan jî hikûmeteke hevpeymaniyê,  CHP di van demên dawî de peyamên erênî derbarê HDPê û berpirsên wê de belav dike û hevserokê wê Partiyê Kemal Kiliçdaroglu jî heta niha çendîn car gotiye ku divê hevserokê berê yê HDPê Selahattîn Demîrtaş bê azadkirin ku ji sala 2016ê ve li girtîgeha Edîrneyê girtiyê siyasî ye.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst