Tirkiye: Qedexeyên roja hilbijartinê hatin ragihandin

04-05-2023
RÛDAW
Nîşan Hilbijartin
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Komîsyona Bilind a Hilbijartinên Tirkiyê (YSK) ragihand ku roja 14ê Gulanê heta demjimêr 21:00an ragihandina encamên hilbijartinê qedexe ye. Her wiha roja hilbijartinê ji demjimêr 06:00an heta 24:00an firotina alkolê jî hat qedexekirin.

Komîsyona Bilind a Hilbijartinan (YSK), qedexeyên roja hilbijartinê ragihandin. Li gor biryarê roja hilbijartinê heta demjimêr 18:00an li ser medyayê derbarê encamên hilbijartinê de ragihandina pêşbînî û nirxandinan qedexe ye û heta demjimêr 21:00 ragihandina encaman qedexe ye.

Qedexeyên Hatine Ragihandin wiha ne:

1- Roja dengdanê heta demjimêr 18:00 li ser radyo û hemû corên weşanan derbarê hilbijartin û encaman de belavkirina nûçe, pêşbînî û nirxandinan qedexe ye.

2 – Di navbera demjimêr 18:00 û 21:00 li ser radyo û hemû corên weşanan tenê nûçe û zanyariyên ku ji aliyê Komîsyona Bilind a Hilbijartinan ve tên belavkirin, dikare bên weşandin.

3 – Piştî demjimêr 21:00 hemû weşan serbest in, lê dema pêwîst bê dîtîn Komîsyona Bilind a Hilbijartinan dikare pêş demjimêr 21:00 jî biryar bide ku nûçe bên weşandin.

4 – Ji bilî hêzên emnî hilgirtina çekê li cihên niştecîhbûnê qedexe ye.

5 – Roja hilbijartinê hemû kargehên bêhnvedan/kêfxweşiyê yên wek qehwexane, çayxane û kafeyên înternetê dê girtî bin.

6 – Li cihên bêhnvedanê yên wek restorant û xwaringehan tenê dê xwarin bê dayîn.

7 – Roja hilbijartinê şahî piştî demjimêr 18:00 serbest in.

8 – Eger hilbijartina serokkomariyê bimîne gera duyem, dê heman rêkar bo 28ê Gulanê jî bên cîbicîhkirin.

9 – Li navçe û navendên bajaran di her sindoqekê de dê 360-380 kes deng bidin. Li gundan eger hejmara dengderan 400î derbas neke, dê tenê li sindoqekê deng bê dayin.

Hilbijartinên serokkomarî û parlamentoyê yên Tirkiyê, dê roja 14ê Gulana 2023an bên kirin. Eger ji 4 berbijêrên serokkomariyê yek %50ê dengan wernegire dê hilbijartina serokkomariyê 28ê Gulana 2023an di navbera 2 berbijêrên ku dengê herî zêde wergirtine de dubare bibe.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst