Mustafa Pekoz pirsî: PKK dê çekan deyne lê yên ku çekan deynin dê biçin kû?

04-03-2025
RÛDAW
Nîşan Mustafa Pekoz PKK Banga Ocalan
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Pisporê Zanistên Siyasî û Pêwendiyên Navneteweyî Dr. Mustafa Pekoz, mijarên wekî PKK dê çawa çekan deyne, PKKyiyên ku çekan datînin dê biçin kû û Ocalan dê çawa beşdarî kongreyê bibe nirxandin.

Pisporê Zanistên Siyasî û Pêwendiyên Navneteweyî Dr. Mustafa Pekoz, bû mêvanê bultena Rûdaw TVyê ya ku Hêvîdar Zana pêşkêş dike.

Tirkiye dê operasyonê bike?

Mustafa Pekoz li ser rîskên civandina kongreyê ji aliyê PKKê ve û ka dê dewlet operasyonan bike yan na, got:

"Bo nimûne kongre dê were lidarxistin, bi sedan kes dê biçin Qendîlê, ji deverên cuda yên cîhanê, ji Tirkiyeyê û hwd.

Belkî li wir 300-400 kes dê kom bibin. Niha ewlehiya van kesan dê çawa bê dabînkirin? Gelo di vê demê de Tirkiye dê operasyonan bike yan na?"

Pekoz diyar kir ku PKK dikare xwe fesix bike lê berî her tiştî divê biryara danîna çekan bê dayîn û got:

"PKK dikare xwe fesix bike lê berî her tiştî dê biryara danîna çekan bide. Guherandina navê wê dê formal be yanî rêxistin dikare xwe fesix bike û bibe rêxistineke din lê prensîpa sereke destberdana ji têkoşîna çekdarî ye."

"Di rastiyê de pêvajo ji niha û pê ve dest pê dike"

Mustafa Pekoz destnîşan kir ku ji bo çareseriyê pêwîst e di parlamentoyê de komîsyonek ku tê de hemû partî cih bigirin were avakirin û wiha domand:

"Li gorî texmîna min di rastiyê de pêvajo ji niha û pê ve dest pê dike, bi taybetî jî ji aliyê dewletê ve.

 Serokê Giştî yê CHPyê Ozgur Ozel jî daxuyand û got, 'Em vê pêvajoyê piştgirî dikin. Werin gavan biavêjin, ji ber ku top niha li hikûmetê ye.'

Li gorî texmîna min ev heyet dê dîsa hevdîtinan bi partiyên siyasî re bike. Dê rewşa derketî binirxînin, agahiyan bidin wan.

Piştî vê dibe ku komîsyonek bi beşdariya yên ku koma wan a parlamentoyê heye were avakirin.

Divê komîsyonek were avakirin. Ji ber ku ev ne tenê mijareke di navbera AK Partî û Partiya DEMê de, di navbera Kurdan û desthilatê de ye. Ev mijareke civakî ya Tirkiyeyê ye."

"Divê mafên aborî, çandî û siyasî yên Kurdan bên dayîn"

Pekoz bal kişand li ser mafên Kurdan û wiha berdewam kir:

"Divê di warê mafên çandî de hinek gav bên avêtin. Niha Birêz Serokkomarê Tirkiyeyê dibêje ku eger ev mijar bên çareserkirin, Tirkiye dê gavên nû di demokratîkbûnê de biavêje.

Tirkiye dê demokratîk bibe. Berevajî vê em dikarin bibêjin ku îro Tirkiye ji ber pirsgirêka Kurdî di rewşeke nedemoktratîk de ye.

Ji ber vê yekê, çareserkirina vê pirsgirêkê, ne tenê divê PKK çekan deyne, her wiha divê mafên aborî, çandî û siyasî yên Kurdan bên dayîn."

"Kongreya PKKê kengî dê were lidarxistin?"

Lêkolîner derbarê wexta kongreyê de jî wiha axivî:

“Texmîna min ew e ku dê Hezîran-Tîrmehê were lidarxistin. Ev jî girêdayî mercên Tirkiyeyê ye ku operasyonan neke.

Yanî helbet dibe ku bi awayekî fermî nebe jî lê dê bi awayekî fiîlî agirbestek ji aliyê dewletê ve hebe.

PKK bi awayekî fermî û dewlet jî bi awayekî pratîkî agirbest dê ragehînin. Lê çend rojên dawiyê operasyon dîsa berdewam dikin.

Divê Hikûmeta Herêma Kurdistanê jî di vê mijarê de berpirsiyariyekê hilgire ser xwe.

Ji bo ku li wir operasyon bên rawestandin, ji ber ku kesên ku dê beşdarî kongreyê bibin, dê di sînorên Hikûmeta Herêma Kurdistanê re û bi destûra wan derbas bibin.

Niha texmîna min ew e ku dê di Hezîran-Tîrmehê de, bi qasî rewşa hewayê û helwesta Tirkiyeyê diyar dibe, kongre were lidarxistin."

“Daxwazeke PKK heye”

Dr. Pekoz destnîşan kir ku daxwazeke PKKê heye û got:

"Daxwazeke PKKê heye. Divê Ocalan kongreyê bi rê ve bibe.

Dibe ku ev ne bi awayekî fizîkî be lê bi rêya teknîkên teknolojîk ên ku wê derê werin afirandin, wê rasterast bi awayekî berdewam midaxaleyî kongreyê bike.

Di amadekariyên berî kongreyê de û di dema kongreyê de divê Ocalan beşdarî vê pêvajoyê bibe.

Li gorî ku min fêm kiriye, ev yek ji şertên girîng ên Qendîlê yanî PKKê ye. Ji ber ku ew dibêjin em nikarin gerîla îqna bikin. Tenê Ocalan dikare vê bike."

"Hêzên navneteweyî çawa tevlî dibin?"

Pekoz li ser pirsa hêzên navneteweyî jî wiha axivî:

"Ji bo rêberên PKKyê, ew nikarin werin. Bo nimûne Cemil Bayik, Duran Kalkan û Murat Karayilan.

Dibe ku piştî 5 salan vegerin Tirkiyeyê. Hemû ev tişt têne axaftin. Ev kes dê pêşî biçin welatekî sêyemîn.

Helbet ev jî bi hevdîtinan dê zelal bibe. Gelo hêzeke navneteweyî dê bi çi rêbazê tevlî bibe?

Dê wan qebûl bikin? Dê li Başûr bimînin? Dê biçin welatekî Ewropayê? Dê welatekî garantor hebe?

Di rastiyê de ev mijar hemû niha li pişt perdeyê têne nîqaşkirin."

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst