Hewlêr (Rûdaw) - Serokê Koma Meclisa Parêzgeha Çorumê ya MHPyê Selîm Dolcu yê ku ji Abdullah Ocalan re gotibû "Birêz Ocalan" ji erka xwe îstifa kir.
Serokê Koma MHPyê Selîm Dolcu, li Meclisa Parêzgeha Çorumê ji Rêberê Girtî yê PKKyê Abdullah Ocalan re gotibû "Birêz Ocalan".
Selîm Dolcu li ser mijarê daxuyaniyek belav kir û tê de ragihand ji ber ku ew bi mijareke wiha hatiye rojevê lêborîna xwe dixwaze.
Selîm Dolcu ragihand ku wî ji erka xwe ya serokatiya komê îstifa kiriye.
Çi bûbû?
Serokê Koma Meclisa Parêzgeha Çorumê ya CHPyê Sadettin Akgul ji ber îxrackirina leşkeran a ji artêşa Tirkiyeyê gotibû "Em leşkerên Ataturk in" û banga Serokê MHPyê Devlet Bahçelî ya vexwendina Abdullah Ocalan a ji bo Parlamentoya Tirkiyeyê jî rexne kiribû.
Li ser vê yekê Serokê Koma Meclisa Parêzgeha Çorumê ya MHPyê Selîm Dolcu dema bersiv dabû Sadettin Akgul gotibû "Birêz Ocalan".
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse