Hewlêr (Rûdaw) - Di ser banga Rêberê PKKyê Abdullah Ocalan re zêdetirî 2 hefteyan derbas dibin.
Desthilat li bendê ye ku PKK li gorî wê bangê di demeke kurt de kongreya xwe li dar bixe û biryara fesixkirinê bide.
Wezîrê Parastinê yê Tirkiyeyê Yaşar Guler got:
“Rêxistina terorê PKK û hemû dûvelankên wê yên ku li cografyayên cuda çalakiyan dikin divê destpêkê biryara fesixkirinê bidin û yekser û bê merc çekên xwe radest bikin.
Ti bersivên daxuyanî û çalakiyên berovajî vê yekê nînin.
Di vê çarçoveyê de divê xisusên wekî agirbestê ku di bangê de nebûn neyînin rojevê.
Ji ber ku tiştekî wiha bi ti awayî ne pêkan e.”
Heta niha nediyar e ka dê PKK kengî kongreya xwe saz bike.
Partiya Tevgera Netewperest (MHP) ku serokê wê Devlet Bahçelî pêvajoya nû dabû destpêkirin geşbîn e ku PKK di demeke nêzîk de dê gavan biavêje.
"Em li bendê ne ku pêwîstiyên banga 27ê Sibatê werin bicihanîn"
Alîkarê Serokê MHPyê Îzzet Ulvi Yonter anî ziman:
“Em bawer dikin ku dê rêxistina terorê di demeke kurt de kongreya xwe saz bike û xwe fesix bike. Em li benda vê yekê ne.
Em li bendê ne ku pêwîstiyên banga 27ê Sibatê werin bicihanîn.
Em vê yekê ji bo siberoja xwe ya hevbeş, serxwebûn û alaya xwe ya ku qet nakeve wekî girîngiyeke dîrokî dibînin.”
Gotinên berpirsên desthilatê di demekê de ne ku roja pêncşemê Hevserokê Konseya Birêvebir a Koma Civakên Kurdistanê (KCK) Cemîl Bayik ragihand ku ji bo ew karibin kongreya xwe saz bikin divê dewlet jî wekî wan agirbestê ragihîne û got:
“Niha di şert û mercên heyî de kombûna kongreyê metirsî ye.”
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse