DFG: 62 rojnamevan girtî ne

03-11-2021
RÛDAW
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li gor raporta meha Cotmeha 2021ê ya Komeleya Rojnamevanan a Dîcle Firatê (DFG) binpêkirinên mafên rojnamevanan zêde bûne û 3 rojnamevan hatine desteserkirin, 6 rûbirûyî êrîşan bûne û derbarê 58 kesan de jî darizandin berdewam e.

Komeleya Rojnamevanan a Dîcle Firatê (DFG) raporta xwe ya Cotmeha 2021ê belav kir.

Di raportê de tê gotin ku ya pêwîst ew e rojnamevan di rewşeke azad û tendirust bikaribin kar bikin, lê rewşa heyî neyê qebûl kirin.

Li gor amarên raportê: 3 rojnamevan hatine desteserkirin, 6 rojnamevan rûbirûyî êrîşê bûne, 8 rojnamevan şopandina wan ya nûçêyan hatiye astengkirin, 8 rojnamevan derbarê wan de lêpirsîn hatiye destpêkirin, 4 rojnamevan derbarê wan de doz hatiye vekirin, 32 dosye û 58 rojnamevan darizandina wan berdewam e, 3 rojnamevan bi 2 sal û 6 meh û 12 rojan û 16 hezar û 660 lîrê tirkî hatine cezakirin, 3 bûyerên binpêkirinên mafan li girtîgehan, 2 Cezayên RTUKê, 50 nûçe û 5 malper hatine astengkirin û 62 rojnamevan hê jî girtî ne (Heta 2ê Mijdara 2021ê).

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst