Yekîtiya Pizîşkên Tirk: Îsal daxwaza çûna pizîşkan ji Tirkiyê rekoreke nû şikand

03-07-2023
Zînê Cahîde Akgul
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Yekîtiya Pizîşkên Tirk (TTB) ragihand ku li Tirkiyê û Bakurê Kurdistanê di 6 mehên destpêkê yên îsal de daxwaza pizîşkan a “Belgeya Rewşa Baş” rekoreke nû şikandiye.

Yekîtiya Pizîşkên Tirk (TTB) amarên daxwaza belgeya çûna bo derveyî Tirkiyê yên 6 mehên sala 2023an eşkere kirin.

Yekîtiya Pizîşkên Tirk li ser hesabê xwe yê Twitterê ragihandiye, di 6 mehên îsal de 1361 pizîşkan daxwaza belgeya çûna welatên din kirine, herwiha tenê di meha Hezîranê de ev serlêdan gehiştiye 242 kesan.

TTBê di peyama xwe ya li ser Twîtterê de wiha dibêje: “Meha Hezîranê 242 û di 6 mehên destpêkê yên îsal de jî bi giştî 1361 pizîşkan daxwaza “Belgeya Rewşa Baş“ kirine. Di serî de ji bo hevkarên me yên li herêma erdhejê û bi giştî ji bo şert û mercên karkirinê baş bibin em dê li ser têkoşîna xwe berdewam bin.”

Di proseya hilbijartinên Gulanê de Serokkomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan bang li pizîşkên ku çûne derveyî Tirkiyê kiribû û daxwaz kiribû ku vegerin welatê xwe. Lê sala bihorî li ser daxwaza pizîşkan a başkirina şert û mercên karkirinê gotibû “eger biçin ev der vala namîne.”

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst