Velî Agbaba: Berbijêrê me Kemal Kiliçdaroglu ye

03-06-2022
RÛDAW
Nîşan CHP Serokkomar Erdogan Kemal Kiliçdaroglu
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Cîgirê Serokê Giştî yê Partiya Komarî ya Gel (CHP)ê Velî Agbaba li ser gotinên Serokkomarê Tirkiyê Recep Tayyîp Erdogan ku gotibû Serokê Giştî yê CHPê Kemal Kiliçdaroglu xwe wek berbijêrê serokkomariyê eşkere nekiriye anî ziman, "Berbijêrê me Kemal Kiliçdaroglu yê ku maseya 6 alî danî û kîmyaya te xirab kir e.”

Cîgirê Serokê Giştî û Parlamenterê CHPê yê Meletiyê Velî Agbaba ji bo serdanan çû Bursayê.

Agbaba di civîna çapemeniyê ya li serokatiya bajêr a CHPê ya Bûrsayê de li ser rojevê çend nirxandin kirin.

Velî Agbaba bal kişand ser nîqaşên berbijêriya serokomariyê û got, “Ji me re dibêje berbijêrê Tifaqa Milet kî ye? Berê tu berbijêriya xwe eşkere bike, Devlet Bahçelî bû berbijêr lê Erdogan hîn jî nekariye bêje ez berbijêr im. Em ji Bûrsayê bibêjin berbijêrê me, yê ku maseya 6 alî danî, kîmyaya te xirab kir, ji Meşa Edaletê ya 16ê Nîsanê û vir ve hemû beşên civakê yên Tirkiyê anî rojevê û destê xwe da wan Serokê me yê Giştî Kemal Kiliçdaroglu ye."

Agbaba li ser daxuyaniyên Recep Tayîp Erdogan ên derbarê çalakiyên Parka Gezî de jî got, “Ji duh ve zimanê siyasetê daket asteke din. Gotinên xerab ên ku Erdogan berê jî kiribûn hebûn. Ez di serî de ji we re bêjim. Gezî rûmet û şerefa Tirkiyê ye. Zarokên AKP û MHPê jî beşdarî Gezî bûn. Bahçelî her çend înkar jî bike."

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst