Zilamekî hevjîn û xesûya xwe kuştin

03-05-2023
RÛDAW
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li navçeya Seyhanê ser bi parêzgeha Edenê ya Tirkiyê, şeva 2ê Gulanê welatiyekî Sûrî hevjîna xwe û xesûya xwe kuştin û xezûr û bûrayê xwe jî birîndar kirin.

Li gor zanyariyan li Taxa Bariş a Seyhanê, di navbera zilamê bi navê M.O.D. ê welatiyê Sûriyê û hevjîn û malbata hevjîna wî de ji ber sedemeke ne diyar nîqaş derketiye.

Di encama nîqaşê de M.O.D. bi kêrê li hevjîna xwe Îptahal Baba, xesûya xwe Înayet Hellah, xezûrê xwe Abdo Baba û bûrayê xwe yê kêmendam Yahya Baba daye. Her çar kes ji qirika xwe hatin birîndarkirin.

M.O.D. piştî bûyerê reviya û li ser agahdarkirinê tîmên tendirustiyê û polîs bo cihê bûyerê hatin şandin.

Înayet Hellah li cihê bûyerê canê xwe ji dest da û her 3 birîndarên din bo Nexweşxaneya Perwerde û Lêkolînê ya Bajêr a Edenê hatin veguhestin.

Îptahal Baba jî li nexweşxaneyê canê xwe jidest da û dermankirina Abdo Babo û Yahya Babo jî berdewam e. Hat zanîn ku rewşa her duyan jî giran e. Piştre M.O.D. ji aliyê polîsan ve hat desteserkirin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst