Galeriya wêneyan

03-12-2024
27 Photos
RÛDAW

Bi sedan koçberên Efrînî yên li herêma Şehbayê û gundewarên Helebê piştî êrişên çekdarên Heyeta Tehrîr El Şamê û çekdarên mixalefeta Sûriyeyê berê xwe da Tebqayê.

Piştî êrişên Heyeta Tehrîr El Şamê yên li Şehbayê ji roja duşemê ve karwanên koçberan ji wê navçeyê derdikevin.

Beşek ji koçberan diçin herêmên Rêveberiya Xweser û beşek jî diçin herêma Efrînê.

Koçber di rêyan de rastî gelek zehmetî û metisiyan dibin.

Şerê li Helebê

27ê Çiriya Paşîn komên girêdayî Heyeta Tehrîr El Şamê (HTŞ) êrişî parêzgehên Îdlib û Helebê kir.

Komên çekdar 27-28ê Çiriya Paşîn ji rojavayê Helebê ber bi navendê ve bi lez bi pêş ketin, 30ê Çiriya Paşîn piraniya navenda Helebê bi dest xist.

Komên çekdar 30ê Çiriya Paşîn jî navçeya Xan Şêxûnê kontrol kir û bi vê yekê tevahiya parêzgeha Îdlibê ket bin kontrola komên çekdar.

Heyeta Tehrîr El Şamê (HTŞ) û hevpeymanên wê êrişî taxên Şêx Meqsûd û Eşrefiyeyê yên Kurdnişîn ên Helebê û navçeya Şehbayê ya di destê Hêzên Sûriyeya Demokratîk de û cih û warên Kurdan dikin.

Bi hezaran Kurdên Heleb û Şehbayê ber bi bajarên din ên Rojavayê Kurdistanê ve diçin.

Li hinek herêman di navbera HSD û komên çekdar de şer û pevçûnên dijwar derdikevin.

Foto: AFP