Li Antalyayê erdhej çêbû

15 demjimêr berê
RÛDAW
Nîşan Antalya Gazîosmanpaşa Erdhej
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li parêzgeha Antalyayê ya Tirkiyeyê bi hêza 4,6 pileyan erdhejek çêbû.

Serokatiya Rêveberiya Karesat û Rewşên Bilez a Tirkiyeyê (AFAD) ragihand ku îro li navçeya Gazîpaşayê ya Antalyayê erdhej çêbû.

Li gorî AFADê, erdhej demjimêr 12:09an çêbûye û hêza wê 4,6 pile bûye.

AFADê ragihand ku kûrahiya erdhejê 32,69 kîlometre bûye.

Li aliyê din, derbarê zererên erdhejê de heta niha ti zanyarî nehatine belavkirin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst