Ji bo 14 xwendekarên Zanîngeha Bogazîçî 21-25 sal cezaya girtîgehê hat xwestin

03-02-2023
RÛDAW
Nîşan Zanîngeha Bogazîçî
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Di doza xwepêşandanên li dijî rektorê Zanîngeha Bogazîçiyê ya Stenbolê de, dozger bo 14 xwendekaran di navbera 21 heta 25 sal cezayê girtîgehê xwest.

Di 4ê Cotmeha 2021an  de xwendekarên Zanîngeha Bogaziçî ya Stenbolê li dijî serokê wê zanîngehê Naci Inci, xwepêşandan kiribûn û hinek xwendekaran rê li otomobîla Naci Inci girtibûn û yek ji wan derketibû ser otomobîlê.

Piştî vê çalakiyê di çarçoveya lêpirsînê û giliyê serokê zanîngehê Naci Incî de, derbarê 14 xwendekarên zanîngehê de doz hatibû vekirin ku 2 ji wan xwendekaran ev 90 roj in bi awayekî girtî tên darizandin.

Roja Înê 3ê Sibata 2023an rûniştina doza xwendekarên  Zanîngeha Bogazîçî li 12emîn Dadgeha Cezayan ya  Stenbolê hat dîtin. Di rûniştiyan dozê parêzerên herdû aliyan amade bûn.

Dozger di dozê de bi mutalaya xwe eşkere kir û bi  îdiya ku  derektine ser otomobîla serokê zanîngehê bo 12 xwendekaran heta 21 sal, bo xwendekarekî 26 sal û 4 meh û bo xwendekarekî din jî heta 25 sal cezayê girtîgehê xwest.

Piştî daxwaza dozger dadwer ji bo ku xwendekar û parêzerên wan bikarin parastina xwe bikin biryar daku dem bi wan bê dayîn û doz hat paşxistin.

Serokê Partiya Demokrasî û Pêşveçûnê Alî Babacan  li ser hesabê xwe yê medyaya civakî nerazîbûn derbarê  daxwaza dayîna cezayê girtîgehê nîşan da û got ku dozgerê  sereke yê vê dozê Serokkomarê Tirkiyê Recep Tayîp Erdogan e.

Babacan dibêje, “Îro ya ciwanan têr nekir niha jî  bi rêya darazê hewil didin dest daynin ser siberojên wan. Ev roj dê derbas bibin lê ez ji vir bang li dozgerê sereke yê dozê  dikim: birêz Erdogan zêdetir zererê nedin siberoja Tirkiyê û bestika millet berdin.”

Xwepêşandan û nerazîbûna xwendekarên Zanîngeha Bogaziçi ya Stenbolê ji 4ê Çileya 2021an destpê kir. Ev jî piştî wêya ku bi îmzeya Serokkomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan, Melih Bulu wek rektorê nû yê zanîngehê hatibû destnîşankirin.

Xwendekaran daxwaz dikir ku serokê zanîngehê bi rêya hilbijartinê bê diyar kirin. Demeke dirêj nerazîbûn û xwepêşandanên xwendekaran berdewam kirin. 21ê Tebaxa 2021ê li cihê Melih Bulu, Naci Inci wek serokê zanîngehê hat destnîşankirin. Piştî guhertina Melih Bulu jî nerazîbûnên xwendekaran berdewam kirin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst