Wêneyên Ahmet Şik ên bi polîsan re bûn rojev: ‘Şerm e’

02-10-2023
Nîşan Dayikên Şemiyê Polîs Ahmet Şik TÎP Ferhat Encu
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Roja ku Dayikên Şemiyê hatin desteserkirin Parlementerê TÎPê Ahmet Şik bi polîsan re wêne girtin.

Şik di wêneyan de radije destên polîsan, bi wan re dikene û pozên semîmî dide.

Ev wêneyên Ahmet Şik ên bi polîsan re bûn rojev.

Siyasetmendarê Kurd Ferhat Encu wêne parve kirin û got, “Şerm e.”

Parlementerê berê yê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Ferhat Encu li ser hesabê xwe yê Xê Parlementerê Partiya Karkerên Tirkiyeyê (TÎP) Ahmet Şik rexne kir.

“Bi gotina herî hêsan şerm e”

Ferhat Encu di parvekirina xwe de got:

“Bi gotina herî hêsan şerm e ku tu destên wan fermandaran bigirî û bi wan re mil bi mil xuya bikî ku wan fermana gelek şkenceyan daye û tevlî gelek şkenceyan bûne, nexasim di vê roja ku Dayikên Şemiyê hatine desteserkirin de.”

Piştî parvekirina Ferhat Encu, wêneyên Ahmet Şik ên bi polîsan re di torên civakî de bûn rojev.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst