Li Muglayê agir bi daristanekê ket

02-09-2023
RÛDAW
Nîşan Mugla Şewata Daristanan
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li parêzgeha Muglayê ya Tirkiyeyê agirê ku şeva borî bi daristanekê ket û îro piştî kar û xebatan hat vemirandin.

Derengî şeva borî li taxa Otmanlarê yê navçeya Koycegîzê ya Muglayê ji ber sedemeke nediyar agir bi daristanekê ket.

Li ser agahdarkirinê karkerên daristanê yên ser bi Rêveberiya Herêmê ya Daristanên Muglayê û tîmên Parastina Sivîlan çûne cihê bûyerê.

Agirê ku ji ber bayê bihêz belav bû, ji bejahî û hewayê hewl hat dayîn ku agir bê vemirandin.

Piştî kar û xebateke zêde îro agir hat vemirandin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst