Peyamnêrê Rûdawê Rawîn Stêrk hat azadkirin

02-09-2020
RÛDAW
Rawîn Stêrk 6ê Adara 2020an hatibû girtin
Rawîn Stêrk 6ê Adara 2020an hatibû girtin
Nîşan Rawîn Stêrk Tora Medyayî ya Rûdawê Dadgeha Enqerê
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Peyamnêrê Tora Medyayî ya Rûdawê Rawîn Stêrk ku Dadgeha 34mîn a Cezayê Giran a Stenbolê îro biryara berdana wî dabû, îşev ji girtîgehê hat azadkirin.

Peyamnêrê Tora Medyayî ya Rûdawê Rawîn Stêrk şeva 28ê Sibata 2020an dema çûna koçberan ji Tirkiyê ber bi Yunanê dişopand, li Edirneyê li ser sînor hat binçavkirin û ji wê demê û heta îro girtî bû ku Dadgeha 34mîn a Cezayê Giran a Stenbolê îro biryara berdana wî da.

Rawîn Stêrk piştî hatibû desteserkirin, bo Enqerê hatibû şandin û bi biryara Dadgeha Enqerê roja 6ê Adara 2020an hatibû girtin. Piştre dosya wî bo Stenbolê hat veguhestin û îro Sêşemê 2ê Îlona 2020ê yekemîn rûniştina dadgehê li ser dosyeya Rawîn Stêrk li 34emîn Dadgeha Cezayên Giran a Stenbolê hat sazkirin û piştî lêkolênan, dadgehê biryar da, Rawîn Stêrk bihê berdan.

Parêzerên wî di rûniştinê de amade bûn û Rawîn Stêrk ji Girtîgeha Sîncanê ya Enqerê bi rêya sîstema deng û reng beşdarî rûniştina dadgehê bû.

Piştî wergirtina îfade û parastinê, dadgehê bi mercê qedexeya derketina derveyî welat, biryara azadkirina Rawîn Stêrk da.

Rawîn Stêrk piştî biryara dadgehê îşev  demjimêr derdora 23.30 ji girtgehê hat azadkirin û li ber deriyê Girtîgeha Sîncanê li Enqerê ji Berpirê Ofîsa Enqerê ya Rûdawê Şewket Herkî re ragihand tevî ku dt delîlek ji bo girtina wî tune bû, ew bi mehan hat girtin û di yekem rûniştina dadgehê de hat berdan.

Peyamnêrê Tora Medyayî ya Rûdawê got, “Di dosyaya min de tiştek nebû. Dema heyeta dadgehê jî li dosyayê nêrî matmayî ma. Dozger ji bo dadgehên din şandibûn lê qebûl nekiribûn. Herî dawî li 34. Dadgeha Cezayê Giran a Stenbolê hat dîtin. Piştî îtîraza parêzeran dadgehê biryara azadkirinê da.”

Rawîn Stêrk ji bo alîkarî û piştevaniya wî di qonaxa di girtîgehê de bû, spasiyên xwe pêşkêşî Rêveberê Giştî yê Tora Medyayî ya Rûdawê Ako Mihemed kirin û herwiha spasiya hemû hevkar û her kesê kir ku ku piştevanî dan wî.

Herwiha Peyamnêrê Tora Medyayî ya Rûdawê Rawîn Stêrk tekez jî kir ku ew dixwaze di demek kurt de vegere ser karê xwe.

Parêzerên Rawîn Stêrk berî destpêkirina civîna dadgehê ji Rûdawê re ragihandibûn, ti belgeyek li ber dest tune ye  ku tekez bikin Rawîn Stêrk tawan kiribe û ji ber vê yekê jî bê girtin, lewra çaverê dikin di yekem rûniştina  dadgehkirinê de were azadkirin.

Gursel Demir got: “Derbarê Rawîn de, tişta tê îdîakirin ku endamê rêxistina qedexekirî be, yan propaganda bo rêxistina terorê kiribe, tohmetên bêbingeh in. Lê karvedan û derencama wê hewaya giştî ya nerênî ye di warê dadperwerî de ku bi awayekî gelekî balkêş di vê dema dawî de li Tirkiyê di nav de dijîn.”

Piştî ku Sibata 2020ê Tirkiyê biryar da sînorên xwe li ber koçberan veke, bi hezaran koçber ji bo bigihin Ewropayê berê xwe dan deriyê sînor ê navbera Turkiye û Yunanê li bajarê Edirneyê.

Komîteya Parastina Rojnamevanan (CPJ) ku rêxistineke navdewletî ye bo parastina mafê rojnamevanan, di raporta xwe ya dawî de dibêje: “Divê Tirkiye hemû tohmetên ser Rawîn Stêrk û Selman Keleş bide alî, Stêrk ji zîndanê derxîne û  tohmetên terorê yên sexte li dijî çapameniyê rawestînin.”

Rawîn Stêrk li ser sînorê navbera Yunan û Tirkiyê çûbû ser stûneke elektrîkê daku bikaribe dîmenê koçberan bo bînerên Rûdawê veguhêze û ligel Kameramanê Rûdawê Şîrîn Akgun û hejmarek rojnamevanên din ji ber “bezandina sînorê serbazî” ji aliyê hêzên ewlekariyê yên Tirkiyê ve hatibûn binçavkirin.

Kameramanê Rûdawê, Şîrîn Akgun û rojnamevanên din hatibûn azadkirin, lê dema binçavkirina Rawîn Stêrk hatibû dirêjkirin û piştre bi tohmeta propagandeya bo terorê bi biryara Dadgeha Enqerê hatibû girtin û ew mijar û nivîsên li ser torên civakî belav kiribûn, wek sedema girtina wî hatin pêşandan.

Piştî biryara dadgehê ya azadkirina Peyamnêrê Tora Medyayî ya Rûdawê Rawîn Stêrk, hejmareke zêde ya siyasetmedar, nivîskar, rojnamevanên naskirî û aktîvîstan li torên civakî piştevaniya xwe bo Rawîn Stêrk derbirîn û kêfxweşiya anîn ziman.

 

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst