Tora Medyayî ya Rûdawê xelata Webbyê wergirt

14-05-2024
Nîşan Tora Medyayî ya Rûdawê Webby Xelat
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Em bi dilxweşî radighînin ku belgefilma Tora Medyayî ya Rûdawê di encama bi hevrikiya berhemên gelek dezgehan re de xelata Webbyê ya navneteweyî stand.

Hevkarê me Roj Elî Zale di salvegera 28an a Webbyê de û di rêûresmeke gelekî mezin a li bajarê New Yorkê de bi nûneratiya Rûdawê xelat wergirt.

Tora Medyayî ya Rûdawê şeva borî li Amerîkayê li ser heman dikê û di heman merasîmê de li gel NASA, Google, Netflix û çend dezgehên din yên cîhanî welata xwe wergirt.

Xelata Webbyê yek ji xelatên herî navdar ên cîhanê ye, Rûdaw bû yekem dezgeha medyayî ya Kurdistan û Îraqê ku ev xelat wergirtiye.

Herwiha bû duyem dezgeha medyayî ya Rojhilata Navîn ku bi dirêjahiya 28 salên temenê Webbyê vê xelatê wergire.

Seroka Saziya Xelatên Webbyê Claire Gravesê ragihand ku îsal 13 hezar aktor, film û belgefilmên ji 70 welatên cîhanê hewl daye ku Webbyê wergirin û Rûdawê kariye xelateke Webbyê bistîne.

Ev serkeftin bi karîn û afirîneriya tîma berhemhêner a belgefilma Korowaiyê û deng û piştevaniya bînerên Rûdawê bûye para me.

Ji ber vê yekê em berî kesî vê serkeftinê bi bîner, temaşevan, xwîner û guhdarên Rûdawê parve dikin û Rûdaw dê bi piştevaniya wan a berdewam serkeftinên xwe bidomîne.

Xelatên Webbyê pîvanek in ji bo destnîşankirina aliyên herî li pêş ên li ser înternetê û yên herî baş ên di warê veguhastina çîrokan û medyaya dîjîtal de.

Standina vê xelata cîhanî belgeyeke cîhanî ya din e li ser jêhatîbûna Rûdawê û berhemên wê yên bi kalîteyeke bilind û şiyanên bêmînak yên tîmên berhemhênêr ên Rûdawê.

Ev xelat berhemanîn û nîşandana kulturên cuda herwiha geşbûna rola Rûdawê ya di qada medyaya cîhanî de nîşan dide.

Tora Medyayî ya Rûdawê ku niha gihiştiye qonaxa rikeberiya li gel dezgehên medyayî yên cîhanê, dê bi hêzeke zêdetir tevgera pêşketin û hilberînên mezintir bidomîne.

Tora Medyayî ya Rûdawê

14 Gulan 2024

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst