Tifaqa Ked û Azadiyê li ser berbijêrê/a serokkomariyê dicive

02-02-2023
RÛDAW
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Komîteya Hevehangiyê ya Tifaqa Ked û Azadiyê îro li ser diyarkirina berbijêrekî hevbeş yê wê tifaqê bo postê serokkomariyê dicive.

Piştî ku Serokkomarê Tirkiyê Recep Tayîp Erdogan 14ê Gulanê wek dîroka hilbijartinan ragihand, opozîsyonê jî lez daye amadekariyên xwe yên hibijartinê.

Îsal sê hevpeyamaniyên sereke Tifaqa Cumhur ya desthilat û Tifaqa Milet û Tifaqa Ked û Azadiyê yên opozîsyonê beşdarî hilbijartinan dibin û biryar e hersê tifaq jî bi berbijêrek hevbeş bikevin hevrikiya hilbijartinan. Lê ji bilî Tifaqa Cumhur ku Recep Tayîp Erdogan berbijêrê wê ye, berbijêrê herdû aliyên din nediyar e.

Endamên Tifaqa Ked û Azadiyê ragihandine ku dê berbijêrê xwe di nava vê heftiyê de eşkere bikin. Di vê çarçoveyê de biryar e îro Pêncşemê 2ê Sibata 2023an di demjimêr 14.00an de Komîteya Hevehangiyê ya Tifaqa Ked û Azadiyê li navenda Partiya Tevgera Kedkaran bicive. Civîn dûrî çavê kamereyan tê kirin û piştî civînê ti daxuyanî bo çapmeniyê nayên dayîn.

Komîteya Hevehangiyê ya Tifaqa Ked û Azadiyê dê di civînê de gotûbêjan li ser pêşniyarên derbarê berbijêrê Serokkomar de  bikin. Di çarçoveya pêşniyaran de dê raporek bê amadekirin û bo Serokên Giştî yên Partiyên Tifaqa Ked û Azadiyê bê pêşkêşkirin.

Li gor medya Tirkiyê, di civîna dawî ya Tifaqa Ked û Azadiyê de bo berbijêrê Serokkomariyê tekezî li ser sê navan hatiye kirin û yek ji wan navan Hevseroka Berê ya HDPê Gultan Kişanak e ku ji sala 2016an ve li Girtîgeha Kocaelî girtî ye. Lê HDPê heta niha derbarê berbijêriya Kişanak de ti daxuyanî nedane.

Tifaqa Ked û Azadiyê, hevpeymaniyeke siyasî ye û di 24ê Tebaxa 2022an de bi pêşengiya HDPê ji bo hevahengiya hilbijartinên giştî yên sala 2023an hatiye avakirin.

Ev civîna Tifaqa Ked û Azadiyê di demekê de ye, Serokê Giştî yê CHPê Kemal Kiliçdaroglu ku partiya wî pêşengiya Tifaqa Millet e gotibû, ew dê berbijêrê 6 partiyên opozîsyonê di civîna 13ê Sibatê ya li avahiya giştî ya Partiya Saadetê de diyar bikin. Herwiha gotibû: “Dibe ku berbijêr piştre bi merasîmeke mezin bê ragihandin.”

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst