Hewlêr (Rûdaw) - Serokê Partiya Paşerojê Ahmet Davutoglu ragihand dibe ku Rêberê Girtî yê Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) Abdullah Ocalan di malekê de girtî bimîne.
Serokê Partiya Paşerojê Ahmet Davutoglu 25an di bernameyeke televîzyonê derbarê pêvajoya çareseriyê û serdana şandeya DEM Partiyê ya ji bo Rêberê PKKyê Abdullah Ocalan de axivî.
Davutoglu amaje bi gotinên Serokê MHPyê Devlet Bahçelî yên li ser pêvajoyê kir û got:
“Gotinên Bahçelî gotinên xweş in. Behsa biratiyê dike. Dema pêvajoya berî niha behsa çekdanînê dihat kirin.
Pêngaveke stratejîk bû. Çi dema Rojhilata Navîn aloz dibe Kurd mexdûr dibin.”
Serokê MHPyê bang li Rêberê PKKyê Abdullah Ocalan kiribû ku eger banga hilweşandin û danîna çekan li PKKyê bike dikare ji mafê hêviyê sûdmend bibe û bê berdan.
Davutoglu ew banga Bahçelî bibîrxist û got:
“Îmrali (Abdullah Ocalan) di malekê de girtî bimîne. Dikare pêngavên wiha bên avêtin. Mafê hêviyê têgeheke hiquqî ye lê eger di siberojê de ev mesele bê girtin.
"Divê em li hevdû bên"
Serokê Partiya Paşerojê di berdewamiya axaftina xwe de li ser helwesta DEM Partiyê jî wiha got:
“Min pesnê axaftina Serokê DEM Partiyê Bakirhan da, gelek baş bû. Dewlet di heman demê de dewleta Kurdan e. Pêwîstiya me bi lihevhatinê heye.”
Şandeya DEM Partiyê 28ê meha borî li Girava Îmraliyê bi Rêberê PKKyê Abdullah Ocalan re civiyabû.
Her wiha Şandeya DEM partiyê ku ji Pervîn Puldan, Sirri Sureyya Onder û Ahmet Turk pêk dihat îro li parlamentoya Tirkiyeyê bi Serokê Parlamentoyê Numan Kurtulmuş û Serokê MHPyê Devlet Bahçelî re civiya.
Sirri Sureyya Onder ragihand ku ji roja 6ê Kanûna 2025an û pê ve dê bi AK Partiyê CHP û hemû partiyên din ên li parlamentoyê re bicivin.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse