Di civîna MGK ya Tirkiyê de teqezî li ser berdewamiya operasyonan hat kirin

01-12-2022
RÛDAW
Nîşan Tirkiye Êrîşa Tirkiyê
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Di civîna Encûmena Ewlekariya Neteweyî ya Tirkiyê de teqezî li ser berdewambûna operasyonan hat kirin.

Civîna Encûmena Ewlekariya Netewî ya Tirkiyê (MGK)  bi dawî bû. Piştî civînê danezanek derbarê civînê de hatiye belav kirin û têde hatiye ragihandin ku di civînê de derbarê tedbîrên nû yên “rûbirûbûna terorê” de gotûbêj hatine kirin û tekezî li ser operasyonên derveyî sînor hatiye kirin.

Roja Pêncşemê 1ê Kanûna 2022an  Encûmena Ewlekariya Netewî ya Tirkiyê (MGK) Serokkomarê Tirkiyê Recep Tayîp Erdogan, civiya.

Civîn li Koşka Serokkomariya Tirkiyê  ya li  Enqerê destpêkir û piştî 4 demjimêran bi dawî bû.

Piştî civînê danezaneke derbarê mijarên ku di civînê de hatine axaftin hat belav kirin.

Di wê danezanê de hatiye gotin, “Derbarê wan operasyonên derve û nav welat ku bi pêdagirî  di serî de rêxistinên terorî yên PKK/KCK-PYDYPG-, FETO û DAIŞê, li dijî her gef û metirsiyeke li ser yekitî û yekrêziya me tên kirin, zanyarî bo Encûmenê hatine pêşkêş kirin û tedbîrên nû hatine gotûbêjkirin.”

Di danezanê de bi taybet amaje bi operasyonên Artêşa Tirkiyê yên bo ser Rojavayê Kurdistanê û navçeyên di jêr kontrola HSDê de hatiye dayîn û tê gotin, “Di civînê de tekezî li wê yekê hatiye kirin ku  armanca operasyonên me yên li sînorên başûr ên di çarçoveya benda 51emîn a Neteweyên Yekbûyî de,  tenê rêxistinên terorî ye û bi ti awayî li navçeya me   û li ser sînorên me rê bi hebûn û çalakiyên rêxistinên terorî nayê dayîn ku, bajar, welatî û hêzên me yên ewlekariyê dikin armanc. Her wiha hatiye tekezkirin Ji bo vê armancê jî dê her pêngaveke pêdivî bi pêdagirî bê avêtin.”

Di danezanê de her wiha tê gotin, “Di civînê de tekezî li ser wê yekê hatiye kirin ku bi ti awayî rê bi wê yekê nayê dayîn, hêzên me yên ewlekariyê ku derbeyên giran li rêxistina terorî didin, ji aliyê hinek aliyan ve bi derew û bêbextiyan bên armanc  kirin ku bi vê yekê armanca wan ew e rêxistina terorê henaseyekê werbigirin.”

Ev civîn di demekê de ye Tirkiyê di van demên dawî berdewam gefa operasyoneke bejayî bo ser Rojavayê Kurdistanê û navçeyên din ên li Sûriyê di jêr kontrola Hêzên Sûriyeya Demokratîk  (HSD) de dixwe.

Bi vê armancê jî  roja 20ê Mijdara 2022an êrîşa asmanî ya Tirkiyê bo ser Rojavayê Kurdistanê û navçeyên din ên jêr desthilata HSDê bi operasyoneke bi navê Pençe-Şûr dest pê kir. Serokkomarê Tirkiyê roja Duşemê 21ê Mijdarê ragihand ku ne merc e operasyon tenê esmanî be.

Tirkiye bi îddîaya parastina asayîşa sînorên xwe ji terorê wan êrîşan pêk tîne û dibêje, pêdivî bi mohleta ti welatekî din nîne û bo parastina sînorên xwe li ser avêtina pêngavên yekalîker berdewam dibin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst