Hewlêr (Rûdaw) - Berdevkê Partiya Paşerojê Serkan Ozcan li ser gotinên Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan yên “Li Tirkiyê pirsgirêka Kurd tune“ wiha got: “Astengiya herî girîng a li pêşiya welatiyên Kurd ku xwe bi tevahî aîdî vî welatî hîs bikin, kriyarên we bûne."
Berdevkê Partiya Paşerojê Serkan Ozcan di civîneke rojnamevanî de rojeva Tirkiyê nirxand,
Serkan Ozcan nerazîbûna li hemberî daxuyaniya Serkomarê Tirkiye Recep Tayîp Erdogan a “Li Tirkiyê pirisgirêka Kurd nîne” nîşan da û got: “Astengiya herî girîng a li pêşiya welatiyên Kurd ku xwe bi tevahî aîdî vî welatî hîs bikin, pratîkên we bûne. Bi pergala Qayûman mafê dengdanê û hilbijartinê yên bi milyonan welatiyên me yên Kurd bi tevahî ji destê wan standiye, bi pratîkên salên 1990, 1980 jî êdî Kurd ji pirtûkên dersan tên derxistin, dema ku ji nû ve li ser çiya û zinaran dirûşmên cihêkirinê, dabeşker û marjînalîzekirin hatin nivîsandin, ne di perwerdehiyê de, di şanoyê de jî toleransa Kurdî nakin, bila Brêz Erdoga heta sibê bêje pirsgirêka Kurd tune. Kî bawer dike!.”
Ozcan herwiha amaje bi wê yekê kir ku heta ku danîna qeyûman li şaredariyên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) yên li Bakurê Kurdistanê berdewam be, kes baweriya xwe bi gotinên reformê û pêkanîna demokrasî û parastina mafên mirovî nahêne.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse