Destûr nedan Demîrtaş herdu keçikên xwe bibîne

01-09-2020
RÛDAW
Nîşan Tirkiye Selahattin Demirtaş
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Selahattin Demirtaş ku di Girtîgeha Edîrneyê de ye, aliyên peywendîdar destûr nedan herdu keçikên xwe bibîne ku hatibûn serdana wî.

Başak Demirtaş li ser hesabê xwe yê Twitterê nivîsiye: “Karkerên ku di şert û mercên giran de neçar in kar bikin, kedkarên saziyên giştî, xebatkarên sektorên taybet, merivên di firokeyan de li tenişta hev rûdinên, kesên beşdarî çalakî û mitîngên desthilatê dibin, Corona nagihe wan! Lê di hevdîtinên girtî yên girtîgehan de ku drabe û cam di navberê de hene, ligel danîna maskeyê jî Coronayê dighînin hezkiriyên xwe (!)”

Hevserokê Berê yê Partiya Demokratîk a Gelan Selahattin Demirtaş ku ji 4ê Mijdara 2016an ve di Girtîgeha Edîrneyê de girtî ye, aliyên peywendîdar destûr nedan keçikên xwe bibîne ku hatibûn serdana wî. Başak Demirtaş li ser hesabê xwe yê Twitterê ragihand ku rêveberiya girtîgehê destûr nedane Delal û Dilda bavê xwe bibînin.

Twittên Başak Demirtaş wiha ne:

Karkerên ku di şert û mercên giran de neçar in kar bikin, kedkarên saziyên giştî, xebatkarên sektorên taybet, merivên di firokeyan de li tenişta hev rûdinên, kesên beşdarî çalakî û mitîngên desthilatê dibin, Corona venagire (!)

Lê di hevdîtinên girtî yên girtîgehan de ku drabe û cam di navberê de hene, ligel danîna maskeyê jî Coronayê dighînin hezkiriyên xwe (!) Ji ber vê yekê hevdîtin mehê tenê carekê hat kirin.

Lê dema du zarok ligel bavê xwe hevdîtineke li pişt du caman dikin, yekser Corona vedigire (!) Tam ji ber vê yekê, nehiştin keçikên me Delal û Dilda bavê xwe bibînin.

Wek tedbîra Coronayê hevdîtina vekirî hat rakirin, temam. Lê çima hun hevdîtinên li pişt du caman asteng dikin? Baş e we asteng kir, çima li şûna wê mafê hevdîtina bi telefonê nadin? We got hevdîtina bi dîmen, çi lê hat? Hun çima dest dideynin ser mafê me?

Ji hemûyan girîngtir, madem metirsiya Coronayê heye, çima hun siyasetmedar, rojnamevan û mirovên jiyana wan di metirsiyê de ye ku bi awayekî neheq di girtîgehê de ne azad nakin?”

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst