TTB: Piştî hilbijartinan daxwaza pizîşkan a çûyîna derveyî Tirkiyê zêdedir bûye

01-06-2023
RÛDAW
Nîşan TTB Hilbijartin
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Yekîtiya Pizîşkên Tirk (TTB) ragihand ku di nav 15 rojên dawî de 144 pizîşkan xwestiye ji Tirkiyê koçî welatên din bikin.

Li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê piştî hilbijartinên serokkomarî û  parlamentoya Tirkiyê yên îsal hejmara pizîşkên ku dixwazin koçî welatên derve û Ewropayê bikin zêdetir bûye.

Li gor amarên Yekîtiya Pizîşkên Tirk (TTB) di 4 mehên destpêka îsal de 881 pizîşkan bi armanca çûyîna derveyî Tirkiyê daxwaza “Belgeya Rewşa Baş” kirine û ev hejmar di nav 15 rojên dawî de zêdetir bûye ku tenê di nîv mehekê de 144 pizîşkan daxwaza belgeya navborî kiriye.

Yekîtiya Pizîşkan roja Pêncşemê 1ê Hezîrana 2023an li ser hesabê xwe yê Twitterê peyamek belav kir û amarên koça pizîşkan a ji Tirkiyê eşkere kir.

Li gor amaran di navbera 1ê Nîsanê û 15ê Gulanê hejmara serlêdanê di navbera 90-94an de bûye lê piştî hilbijartinên 14ê Gulanê bi rojekê di navbera 15 rojan de ev hejmar derketiye 144an. Bi vî awayî di nav 5 mehên îsal de hejmara pizîşkên ku dixwazin koç bikin bûye 1025 pizîşk.

Yekîtiya Pizîşkan dibêje, “Hejmara serlêdana “Belgeya Rewşa Baş” di nav 15 rojên dawî de gelekî zêde bûye. Em dê dijî polîtîkayên ku dibêjin “Eger biçin bila biçin” û maf û keda pizîşkan nabînin tekoşîna xwe berdewam bikin.”

Li gor amaran serlêdana pizîşkan a “Belgeya Rewşa Baş” ji bo çûna derveyî Tirkiyê:

1-15ê Nîsan  90 pizîşk

16-30 Nîsan  91 pizîşk

1-15 Gulan    94 pizîşk

15-31 Gulan  144 pizîşk

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst