Kurdên li Holendayê ji bo serkeftina berbijêrên Kurd çûn ser sindoqan

22-11-2023
Zinar Şîno
Wêne: Rûdaw Grafîk
Wêne: Rûdaw Grafîk
Nîşan Holenda Hilbijartin Kurd
A+ A-

Amsterdam (Rûdaw) - Alaya ku ji bajarê Silêmaniyê yê Başûrê Kurdistanê ye ji danê sibehê ve li bajarê Amstelveenê dengê xwe da.

Xanima 31 salî ya ku li Holendayê dijî dibêje ev hilbijartin ji bo wê taybet in.

Dengdêra Kurd ku li Holendayê dijî Ala Enberxanê ji Rûdawê re got:

“Vê carê em ji bo Dîlanê gelekî kêfxweş in. Bi rastî em dixwazin ew dengan bi dest bixe ji ber ku dê cihekî wê yê taybet hebe lewma ji bo me pir girîng e.”

Tîma Rûdawê li Amsterdamê çû xwaringeheke Kurdî.

Star Mehmûd piştî Serhildana Kurdistanê ya sala 1991ê koçî Holendayê kir û 18 sal in di karê xwaringehan de ye.

Ew cara pêncan e dengê xwe dide Partiya Gel ji bo Azadî û Demokrasiyê ku niha jina Kurd a Dîlan Yeşilgoz serokatiya wê dike.

Star Mehmûd anî ziman:

“Ev hilbijartin ji bo min pir taybet e. Min her tim dengê xwe daye wan û ji wan re deng kom kiriye, rast e wê demê Kurdeke wek Dîlan Xanimê ne di nav de bû ku niha bûye seroka partiyê.

Ev ji bo me ji du aliyan cihê şanaziyê ye, ji ber ku partiya me ye û em dixwazin were ser desthilatê û herwiha Dîlan Xanim di nav de ye.”

Jiyan Surçî û keça xwe li xwaringeha Star rûniştine û beriya ku kebabê bixwin, ji Rûdawê re behsa wê esasê kirin ku îro deng dane.

“Min li ser esasê Kurdayetiyê dengê xwe da”

Jiyan Surçiyê anî ziman:

“Min li ser esasê Kurdayetiyê dengê xwe da ji ber ku du berbijêrên Kurd hene, ji ber ku ez Kurd im û ew Kurd in ez gelekî kêfxweş û serbilind bûm.

Hinek fikrên min û wê partiyê ne wek hev in lê ji ber ku Kurd di nav de ne min dengê xwe da.”

Hawrê Rehîmiyê xelkê Serdeşta Rojhilatê Kurdistanê 2 sal in parlamenter e.

Çavên wî li 20 hezar dengî ye ku yek ji 150 kursiyên Parlamentoya Holendayê bi dest bixe.

Hawrê Rehîmî ji Rûdawê re got:

“Li vir em her tim dibêjin cejna demokrasiyê ye, li gelek deverên cîhanê hûn nikarin wê rojê deng bidin, dengê we bêkêr e lê li Holendayê pir girîng e ku hûn li her bajarî deng bidin.”

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst