Endamên Desteya Rêveberiya Navendî ya CHPê îstîfa kirin

01-06-2023
RÛDAW
Nîşan CHP Îstifa
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li gor zanyariyên hatine belavkirin Endamên Desteya Rêveberiya Navendî ya CHPê bi devkî îstîfayên xwe pêşkêşî Serokê Giştî yê CHPê Kemal Kiliçdaroglu kirine û Kiliçdaroglu jî ev yek bi awayekî erênî qebûl kiriye.

Civîna Desteya Rêvebirina Navendî a CHPê roja Pêncşemê 1ê Hezîrana 2023an bi serokatiya Kemal Kiliçdaroglu hat çêkirin û encamên hilbijartinên 14 û 28ê Gulanê hat nirxandin.

Li gor agahiyan civîn 4.5 demjimêran berdewam kir û ji bo CHPê nexşerêyek hat amadekirin.

Piştî civînê ti daxuyaniyek nehatiye dayîn û lê li gor zanyariyan hemû Endamên Desteya Rêveberiya Navendî ya CHPê  bi devkî îstîfa kirine û di rojên pêş de dê endamên nû bên eşkerekirin.

Di Partiya Komarî a Gel (CHP)de endamên Desteya Rêveberiya Navendî (MYK) ji aliyê Serokê Giştî ve ji nav endamên Encûmena Partiyê (PM) tên diyarkirin.

Li gor hatiye ragihandin Encûmena Partiyê ya CHPê dê roja Şemiyê 3ê Hezîrana 2023an demjimêr 10:00an bicive.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst