Kujerê koçberê Efxanî hat girtin

01-06-2022
RÛDAW
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li navçeya Pazarê ya ser bi parêzgeha Rîzeyê ya Tirkiyê ve, Gokmen Topal ê ku koçberekî Efxanistan kuştibû û 2 kes birîndar kiribûn hat girtin.

Li gor agahiyan, li gundê Elmalikê yê navçeya Pazar a Rîzeyê roja 29ê Gulanê di navbera Gokmen Topal ê endamê partiya neteweperest a Zafer e 3 karkerên çayê de nîqaş derketiye.

Di encama nîqaşê de Topal bi guleyan êrîşî wan her sê kesan dike. Di êrîşê de koçberê Efxanistan yê bi navê Uzay Ulviyê 22 salî canê xwe jidest dide û koçberê Efxanistan yê bi navê Dawûd Mîrzaî û welatiyekî Tirkiyê yê bi navê Murat Kurt birîndar dibin. Li gor zanyariyan, rewşa birîndarê bûyerê Dawûd Mîrzaî jî giran e.

Piştî bûyerê, Gokmen Topal ji aliyê cendirmeyan ve hat desteserkirin û piştî karên wergirtina îfadeyê li Fermandariya Cendirmeyan a Pazarê bo dadgehê hat şandin.

Topal bi biryara dadgehê bi tawana “Kuştin û birîndarkirina bi qest” hat girtin.

Partiya Zafer ku serokê wê Umit Ozdag e partiyeke neteweperest e û pêşengiya dijayetiya koçberan li Tirkiyê dike û daxwaz dike hemû koçber bi zorê ji Tirkiyê bên derxistin.

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst