Rêxistinên Mirovî derbarê Idlibê de zengilê metirsiyê lêdan

01-06-2019
Loloxan
Li Stenbolê Grûpa Rizgarkirina Sûriyê û Hevpeymaniya Rêxistinên Nehikûmî civiyan
Li Stenbolê Grûpa Rizgarkirina Sûriyê û Hevpeymaniya Rêxistinên Nehikûmî civiyan
Nîşan Rêxistinên Mirovî Stenbol Idlib
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li bajarê Stenbolê Grûpa Rizgarkirina Sûriyê û Hevpeymaniya Rêxistinên Nehikûmî civiyan. Di civînê de Serokê Kumsipiyan hat Berevaniya Sivîl li Bakurê Sûriyê, û Şêwirmendê Rêxistina Pizîşkên Bêsînor, mitirsiyên berdewambûna êrîşa firokeyên Rûsya û hêzên hikûmetê bo ser başûrê Idlibê diyar kirin.

 

Serokê Kumsipiyan Rayid Salih diyar kir: “Ji 26ê Nîsanê ve, bordûmanên ser hemû gundên başûrê Idlibê, bakur û rojavayê Hema û rojavayê Helebê berdewam zêde bûn. 22 binkeyên tendirustî, 5 bazarên millî, 6 navendên Kumsipiyan hatin armanckirin. Hejmara qurbaniyan 600 kes derbas kiriye, di her sê rojên dawî de 66 sivîl hatin kuştin. Bordûmana firokeyên Rûsya û Sûriyê ya berdewam, karesateke mirovî li pey xwe hişt. Niha 300 hezar derbider li nav darên zeytûnan ser sînorê Sûriye-Tirkiyê bicîh bûne.”

 

Di civîna Stenbolê de, behsa dosyeya siyasî ya kirîza Sûriyê jî hat kirin. Li gor Serokê Kumsipiyan, tenê daxuyanî tên dan û Civaka Navdewletî ti karekî ciddî bo wê yekê nake. Herwiha di civînê de zengilê metirsiya pêleke nû ya koçberên Sûriyê ber bi Tirkiye û Ewropayê ve hat lêdan.

 

Ji Rêxistina Pizîşkên Bêsînor, Dr. Zahid Misrî destnîşan kir: “Wê koçber nêzîk berê xwe bidin welatên din, eger rewş wiha berdewam bike, ew dê bibin penaber. Tirkiye, Yekîtiya Ewropa û hemû cîhan dê pêleke nû ya koçberan bibînin. Wê li ser sînoran gulleyan berdin wan. Li Idlibê ew niha bi xwe mirî ne, lewra tiştek nîne ku ji dest bidin. Di dema koçberbûna ber bi Ewropa, Tirkiye û welatên Rojhilata Navîn de, wê metirsiya mirinê qebûl bikin.”

 

Piştî gera 12 ya Astanayê derbarê kirîza Sûriyê de biser neket, 26ê Nîsana borî firokeyên Rûsya û hêzên hikûmetê operasyonek birin ser bakurê rojavayê Hemayê û başûrê Idlibê. Li gor çavdêrên bêalî , li Hema û Idlibê şerekî bi wekalet di navbera Rûsya û Tirkiyê de diqewime.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst