Komeleya Rojnamevanan: Rojnamevan ji tirsa bêkariyê bi mûçeyekî kêm kar dikin

01-05-2023
RÛDAW
Nîşan Komeleya Rojnamevanan
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Komeleya Rojnamevanan ragihand ku li gor rapora projeya  M4D (Ji bo demokrasiyê ragihandin-Ji bo ragihandinê demokrasî) di sala 2022an de 43 rojnamevan hatine girtin û 78 rojnamevan jî hatine desteserkirin.

Komeleya Rojnamevanan rapora Şopandina Medyayê ya 2022an û encamên lêkolîna razîbûna ji pîşeyê rojnamevanî eskere kir.

Li gor raporê li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê rojnamevan rûbirûyê tûndûtîjiyê dibin, her dem tên darizandin û ji ber tirsa bêkariyê bi mûçeyekî di sînorê birçîbûnê de kar dikin. Herwiha hatiye gotin ku sala 2022an 78 rojnamevan hatine desteserkirin û 43 rojnamevan jî hatine girtin, herî kêm jî 61 rojnamevan rastî êrîşê hatine û 1 jî ji ber nûçeyên li ser gendeliyê hatiye kuştin.

Di raporê de amaje bi wê yekê tê kirin ku bi cîbicîkirina yasaya sansûrê gef li rojnamevanên nûçeyên rexnegir çêkirine hatine kirin û bi giştî otosansurek çêbûye.

Li gor amarên raporê li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê bi giştî 964 rojname hene û 27 hezar rojnamevan kar dikin. Herwiha bi giştî 10 hezar û 700 karmend di sektorê de kar dikin û tenê ji wan 2 hezar û 898 karmend sîgorteya wan heye. Di nav 3 salan de jî hezar karmendên sektorê ji kar hatine derxistin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst