ÎHD: 1182 girtiyan serlêdana binpêkirina mafan kirine

01-04-2021
RÛDAW
Komeleya Mafê Mirovan, Rapora Binpêkirina Mafan a Girtîgehan a Sala 2020an eşkere kir
Komeleya Mafê Mirovan, Rapora Binpêkirina Mafan a Girtîgehan a Sala 2020an eşkere kir
Nîşan ÎHD Tirkiye
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Komeleya Mafên Mirovan a Tirkiyê (ÎHD) ragihand ku di sala 2020an de hezar û 182 girtiyan ji ber îşkence, kiryarên xerab ji bo binpêkirina mafan serlêdan kirine.

Bi amadebûna Hevserokê Giştî yê Komeleya Mafên Mirovan a Tirkiyê Ozturk Turkdogan wê komeleyê rapora xwe ya sala 2020an belav kir.

Di rapora ÎHDê de hatiye ku tenê di sala 2020an de 266 zindaniyan name ji komeleya wan re şandine û di nameyên xwe de dibêjin ku mafên wan têne binpêkirin û ew rastî îşkenceyê hatine.

Ozturk Turkdogan diyar kir ku wan tevahiya rapor û nameyên ku ji komeleya wan re hatine, pêşkêşî Wezareta Dadê ya Tirkiyê kirine û herwiha peywendiya wan li gel Rêveberiya Giştî ya Girtîgehên Tirkiyê jî heye û daxwaz kirine ku lêkolîn li ser wan name û serlêdanan bêne kirin û karê pêwîst di vî warî de were encamdan.

Turkdogan hurgiliyên raporê parve kirin û got: “Di sala 2020an de tenê ji zindanan 266 name ji komeleya me re hatine şandin. Her wiha kesûkarên zindaniyan û parêzerên wan jî 54 caran serî li komeleya me dane. Di wan name û serlêdanan de 1182 girtiyan gotine ku li zindanê mafên wan têne binpêkirin. Di derbarê tevahiya serlêdan û nameyan de jî peywendiya me li gel Wezareta Dadê û her wiha Rêveberiya Giştî ya Girtîgehan heye û em wan agahdar dikin.”

Hevserokê Giştî yê ÎHD da zanîn ku ew zanyariyan didin komîsyona lêkolînkirina mafên mirovan a parlemena Tirkiyê jî û got: “Eger ku di derbarê îşkence û binpêkirina mafên zindaniyan de, parêzer ti doz tomar nekiribin, em li ser navê zindaniyan bixwe dozan tomar dikin. Ev rapora ku me amade kiriye, jixwe ji saziyên peywendîdar re jî hatiye şandin û ji bilî vê jî emê pêşkêşî Rêveberiya Giştî ya Girtîgehên Tirkiyê jî bikin.”

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst