Li Dêrezorê êrîşî kêlgeha petrolê kirin; 10 kuştî û hejmarek birîndar hene

30-12-2022
RÛDAW
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Medyaya fermî ya hikûmeta Sûriyê ragihand, di êrîşeke çekdarî de bo ser karkerên kêlgeheke petrolê li Dêrezorê li rojhilatê wî welatî, 10 karker hatin kuştin.

Li gor ajansa fermî ya hikûmeta Sûriyê SANAyê, îro Înê 30ê Kanûna 2022an li dijî 3 otobusên karkeran li kêlgeha petrolê ya El-Teym li Dêrezorê êrîş pêk hatiye.

Di encama êrîşê de, 10 karker hatine kuştin û 2 karker jî birîndar bûne.

Wezareta Petrol û Çavkaniyên Madenî ya Sûriyê jî derbarê êrîşê de daxuyaniyek û ragihand, ku otombîlên guhertina şîftê li kêlgeha El-Teym a kompanyaya petrolê ya Firatê rastî êrişeke terorîstî hat û di encamê de heta niha 10 şehîd û 4 kes jî birîndar bûne.

Hikûmeta Sûriyê û medyaya fermî ya wî welatî heta niha nedane xuyakirin ku êrîş ji aliyê kê ve hatiye kirin.

Kêlgeha petrolê ya El-Teym li başûrê bajarê Dêrezorê ye û di bin kontrola hêzên hikûmeta Sûriyê de ye.

Rewangeha Çavdêriya Mafên Mirovan li Sûriyê (SOHR) ragihandiye, êrîş ji aliyê şaneyên rêxistina DAIŞê ve hatiye pêkanîn.

Rêveberê SOHRê, Ramî Ebdulrehman ragihandiye, êrîş bi teqandina bombeyan li ser rêya otobusan hatiye destpêkirin, berî ku endamên rêxistinê dest bi gulebarankirinê bikin.

Dem bi dem, rêxistina DAIŞê dest bi êrîşên li ser bingeh û otombîlên leşkerî li devera berfireh a Badiye ya Sûriyê dike, ku dikeve navbera parêzgehên Humsê (navend) û Dêrezorê li ser sînorê bi Iraqê re, ew devera ku rêxistin jê paşde vekişiyane ji dema ragihandina rûxandina xîlafeta wê di Adara 2019an de û ji destdana hemû deverên di bin kontrola wê de.

Bi dubarebûna êrîşên rêxistinê li ser hêzên hikûmetê, li Badiyeyê car caran şer û pevçûn diqewimin, carna jî ji ber êrîşên Rûsyayê ji bo piştgirîkirina hêzên hikûmetê, cihên şervanên rêxistinê û tevgerên rêjîmê tên armanckirin.

Ji destpêka sala 2011an ve ku xwepêşandanên li dijî hikûmetê dest pê kirin û piştre veguherî şerekî çekdarî yê navxweyî, heta niha zêdeyî nîv milyon kesan li Sûriyê canê xwe ji dest dane. Herwiha binesaziya wî welatî wêran bûye û bi milyonan kesan penaberî navxwe û devrve bûne.

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst