Li Dêrezor û Reqayê di hefteyekê de 100 leşkerên Sûriyê hatin kuştin

30-08-2020
RÛDAW
22 çekdarên DAIŞê jî di bumbebaran û pevçûnên Rûsiya û hêzên hikûmeta Sûriyê de, hatine kuştin
22 çekdarên DAIŞê jî di bumbebaran û pevçûnên Rûsiya û hêzên hikûmeta Sûriyê de, hatine kuştin
Nîşan Reqa Dêrezor Sûriye
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Di heyama heftiyekê de, di êrîşên DAIŞê yên li Dêrezorê, Reqa û gundewarên wê de, nêzîkî 100 leşkerên hikûmeta Sûriyê hatine kuştin.

Li bajarên Dêrezor, Reqa, Hema û Himsê yên Sûriyê, êrîşên DAIŞê li dijî hêzên hikûmeta Sûriyê û çekdarên ser bi wê ve zêde bûne.

Li gorî zanyariyên Rewangeha Mafê Mirovan, di dama heftiyekê de, tevî operasyonên hêzên Hikûmeta Sûriyê bi piştevaniya hêzên esmanî yên Rûsya, li gundewarên El-Şole û Elbo-Kemalê yên li Rojava û Rojhilatê Dêreazorê, li ser rêyên Dêrazorê û Meyadînê, rêya Hemêymê li Rojhilatê gundewarên Himsê, li devera El-Resafê ya gundewarên Reqeyê, û bajarokê Eseriye yê Rojhilatê Hemeyê û gundewarên Sêwêdaê, êrîşên DAIŞê zêde bûne.

Li gorî zanyariyên heman rewangehê, di heyama heftiyekê de, di êrîşên li deverên navborî de, 48 leşkerên hêzên hikûmeta Sûriyê û çekdarên alîgirên wê hatine kuştin.

Her li gor zanyariyên Rewangeha Mafê Mirovan zêdetirî 50 leşker jî winda bûne û çarenivîsa wan ne diyar e, herwiha bi 10an ji leşkerên din jî birîndar bûne.

Li aliyê din jî, 22 çekdarên DAIŞê jî di bumbebaran û pevçûnên Rûsiya û hêzên hikûmeta Sûriyê de, hatine kuştin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst