Hewlêr (Rûdaw) – Birêvebiriya Operasyonên Leşkerî ya Sûriyeyê li herêma Resafayê ya Reqayê bi cih bû.
Fermandarê Lîwa Şemal Dîmoqratî ya bi ser Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) ve Ebû Omer Idlibî ev agahî bi rêya hesabê xwe yê Xê belav kir.
Ebû Omer Idlibî diyar kir ku wan, Tehrîr El Şam û Koalîsyonê li Resafayê civînek kiriye.
Li gorî agahiyên ku wî dane, di civînê de behsa wê yekê hatiye kirin ku li Herêma Resafa valahiyeke ewlehiyê çêbûye û DAIŞ ji vê rewşê sûdê werdigire.
Di civînê de biryar hatiye dayîn ku hêzên Birêvebiriya Operasyonên Leşkerî ya Sûriyeyê li herêma Resafayê bi cih bibin.
Divê were gotin, Resafa di destê Hikûmeta Sûriyeyê de bû lê dema ku Tehrîr El Şam ber bi Şamê ve diçû ji bo ku DAIŞ wê derê kontrol neke HSD li wir bi cih bûbû.
Ebû Omer Idlibî diyar kir ku hinek çavkanî li ser vê mijarê nûçeyên derew belav dikin û rastiya mijarê bi vî rengî ye.
Resafe 30 kîlometreyî dûrî Reqayê ye û li ser Çemê Feratê ye.
في الآونة الأخيرة، أبلغنا التحالف بوجود فراغ أمني كبير بيننا وإدارة العمليات، مما جعل المنطقة عرضة لاستغلال تنظيم داعش.
— ابو عمر الإدلبي (@abo_omar_idleb) January 23, 2025
في إطار تعزيز التنسيق بيننا، عقدنا اجتماعاً في منطقة الرصافةً وضم هذا الاجتماع قواتنا وقوات التحالف وإدارة العمليات وبعد الاجتماع تمركزت إدارة العمليات…
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse