Amerîka: Bi bernameya Nêçîrvan Barzanî re hêzên Pêşmergeyan tên yekxistin

16-03-2025
RÛDAW
Nîşan Amerîka Wezareta Karên Derve ya Amerîkayê Îraq Herêma Kurdistanê Rojavayê Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Wezareta Karên Derve ya Amerîkayê diyar kir ku piştî pejirandina bernameya kar a Nêçîrvan Barzanî, di warê yekxistina Pêşmergeyan de gavên baş hatine avêtin.

Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî,  di meha Çiriya Pêşîn a par de bernameya kar a hêzên Pêşmerge pejirand.

Li gorî Wezareta Karên Derve ya Amerîkayê di warê yekxistina hêzên Pêşmergeyan de gavên gelekî baş hatine avêtin.

Wezareta Karên Derve ya Amerîkayê, rapora demkî ya sê mehên dawî yên Çavdêriya Giştî ya Hikûmeta Amerîkayê ya derbarê karê hevpeymanên û hêzên Amerîkayê yên li Îraq, Başûr û Rojavayê Kurdistanê û Sûriyeyê belav kir.

Beşeke raporê taybet e bi karê hevpeymanan ên bi Wezareta Pêşmergeya Herêma Kurdistanê û pêvajoya yekxistina hêzên Pêşmergeyan.

Di raporê de amaje bi wê yekê hatiye kirin, "Beşeke giring a plana çaksaziya Wezareta Pêşmerge ji vê yekê pêk tê; veguhastina karmendên ser bi hêzên 70ê yê Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) û Yekeya 80ê ya Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) ji bo ser Wezareta Pêşmerge heta Îlona 2026an."

Gavên yekxistina Pêşmergeyan

Di raporê de amaje bi wê yekê hatiye kirin ku dê Hêzên Dijeterorê yên partiyan, Polîsên Parastina Neftê û Polîsên Leşkerî, dê li derveyî yekxistina Wezareta Pêşmergeyan bin."

Di raporê de hatiye eşkerekirin ku ew Pêşmergeyên ku tên veguhastin ji bo ser Wezareta Pêşmerge, dê bikevin bin bane 11 yekaayan û li ser du fermandariyên herêmî dê bên belavkirin û dê nêzîkî 138 hezar Pêşmerge hebin.

Li gorî raporê, ji bo pêkanîna fermandariyên herêmî, pêwîstî bi pejirandina Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî û Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî heye.

Di raporê de Çavdêrê Giştî yê Amerîkayê amaje bi elektronîkkirina wergirtina meaşê Pêşmergeyan jî kiriye ku wekî beşeke ji çaksazî di wezaretê de ku dibe sedema "kêmkirina gendeliyê."

Rapor eşkere kir ku 70 hezar Pêşmergeyên girêdayî Wezareta Pêşmerge, navên wan ji bo wergirtina meaşan bi şêweyê elektronîkî hatine tomarkirin û tenê 17 hezar Pêşmerge mane ku hîn meaşên xwe bi dest (kêş) werdigirin.

Pêvajoya malnişînkirina wan Pêşmergeyên ku gihiştine temenê malnişîniyê, beşek ji çaksaziyên Wezareta Pêşmerge ye ku raporê amaje pê kiriye.

Raporê diyar kiriye, ji sedî 100ê wan kesên ku divê bên malnişînkirin, heta Îlona 2026an dê werin malnişînkirin. Heta niha ji 36 hezar Pêşmergeyên ku gihiştine temenê malnişîniyê, 18 hezar ji wan hatine malnişînkirin. Raporê amaje bi wê yekê kiriye, wan kesên ku nehatine malnişînkirin 5 hezar ji wan ji Yekeya 80 û 13 hezar jî ji Yekeya 70yê ne.

Roja 3yê Sibata îsal, bi amadebûna Nêçîrvan Barzanî û Fermandarê Giştî yê Hêzên Pêşmerge, merasîma destbikarbûna Firqeyên 3 û 4ê Piyade ya Wezareta Pêşmerge hat lidarxistin.

Nêçîrvan Barzanî behsa yekxistina hêzên Pêşmerge û pêşketinên di vî warî de kir. Li wir ragihand "Ev destkeft nîşaneya îradeya me ya tund û berhema qurbaniyên mezin in ku gelê Kurdistanê û Pêşmerge di nav dehsalan de pêşkêş kirine."

Çavdêrê Giştî yê Amerîkayê: Pirsgirêkên Bexda û Hewlêrê berdewam dikin

Çavdêrê Giştî yê Amerîkayê di rapora xwe de got, "Pirsgirêkên çaresernebûyî yên di navbera hikûmeta Îraqê û hikûmeta Herêma Kurdistanê de berdewam dikin.

Girtina boriya neftê ya Îraq-Tirkiye û derengketina şandina meaşê karmendên fermî yên Hikûmeta Herêma Kurdistanê hatine rêzkirin."

Her wiha amaje bi wê yekê jî kiriye, roja 20ê Çiriya Pêşîn, hilbijartina Parlamentoya Kurdistanê hat lidarxistin û Komîsyona Bilind a Serbixwe ya Hilbijartinên Îraqê serpereştiya hilbijartinê kir.

Bi piştbestina bi gotina lêkolîneran di raporê de ev jî hatiye, li gorî encama hilbijartinê, ti yek ji partî nikarin hikûmetê pêk bînin û pêkanîna wê pêwîstî bi lihevkirina aliyan heye.

Li gorî raporê, Balyoza berê ya Amerîkayê ya Îraqê Alina Romanovski û Konsulê Amerîkayê yê Hewlêrê Steve Bettner piştî hilbijartinê li gel serkirdeyên aliyên siyasî civiyan.

Li gorî raporê di civînê de berpirsên Amerîkayê ji berpirsên Herêma Kurdistanê ev daxwaz kirine:

“Bi hev re kar ji bo pêkanîna kabîneya bê ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê bikin da ku karibin pêdiviyên xelkê Herêma Kurdistana Îraqê dabîn bikin û di guftûgoyên li gel hikûmeta Îraqê de derbarê pirsên giring ên hevpar û karkirina li ser pirsên yasadanînê de berdewam bin."

Şerê di navbera HSD û Artêşa Niştimanî ya Sûriyeyê de

Çavdêrê Giştî di rapora xwe de behsa Rojavayê Kurdistanê kiriye û zêdetirîn bala xwe li ser HSD û rûbirûbûnên wê yên li gel Artêşa Niştimanî ya Sûriyeyê û DAIŞê daye.

Çavdêr eşkere kiriye ku şerê di navbera Artêşa Niştimanî ya Sûriyeyê ku Tirkiye piştgiriyê dide wê û HSD li bakurê Sûriyeyê tund bûye.

Di beşekî din ê raporê jî de wiha hat gotin:

“Pêşveçûnên Artêşa Niştimanî ya Sûriyeyê li Tel Rifet û Minbicê bûne sedema koçberkirina bi hezaran welatiyên sivîl û ku herin rojhilatê Çemê Feratê ber bi herêmên di bin kontrola HSDyê de bi cih bibin.”

Raporê ragihandiye ku şer li derdora Bendava Tişrînê berdewam e ku berê çavkaniyeke girîng a karebayê bû li bakûrrohjalatê Sûriyeyê.

Piştî rûxandina Esed ji 8ê Kanûna Pêşîn a par ve, şerê di navbera HSD û Artêşa Niştimanî a Sûriyeyê berfireh bû. Li gorî Çavdêrê Giştî yê Amerîkaye jî, "Şer karîgerî li ser şiyana HSDyê ya parastin û operasyonên dijî DAIŞê kiriye."

Li gorî raporê bi berdewamî de Amerîkayê guftûgo li gel Tirkiye û welatên din ên herêmê kiriye ji bo kêmkirina aloziyê, behs kirina nîgeranîyên ewlehiyê yên Tirkiyeyê û zêdekirina seqamgîriyê di herêmê de hatine gotûbêjkirin.

Rûxandina rejîma Esed û zêdebûna metirsiyên DAIŞê

Çavdêrê Giştî yê Amerîkayê derbarê zêdebûna metirsiyên ewlehiyê yên li ser Rojavayê Kurdistanê wiha got:

"Rûxandina rejîma Esed, bûye sedem a zêdebûna dilgiraniyên derbarê plana DAIŞê ji bo derxistina çekdarên wan ji girtîgehên HSD û sûdwergirtin ji rewşa awareyên di nav kampa Holê de."

Çavdêr gotinên Wezîrê erê yê Parastinê yê Amerîkayê Lloyd Austin wekî mînak aniye û ew di Kanûna Pêşîn a par de gotibû, "Hêzên Amerîkayê divê ji bo rêlibergirtina xwebinyatkirina DAIŞê û piştgirîkirina HSDyê ji bo parastina ewlehiya girtîgehan û penaberan li kampa Holê li Sûriyeyê bimînin."

15ê Sibata 2025an Berdevkê Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) Ecbar Dawûd ragihand, ji Kanûna Pêşîn a par ve, DAIŞ 27 êriş kirine ser herêmên wan.

Her wiha HSDyê plana DAIŞê ya êrîşkirina ser girtîgeheke Hesekê belav kir.

Berdevkê HSDyê navê girtîgehê eşkere nekir ku DAIŞ dixwest êrişî wê bike lê got wan tedbîrên pêwîst girtine pêş bo ku pêşiya planên din ên wisa bigirin.

Li gorî rapora Çavdêrê Giştî yê Amerîkayê, Çiriya Paşîn a 2024an, HSD operasyoneke çend rojî ji bo parastina ewlehiya Kampa Holê ji bo destgîrkirina çekdarên DAIŞê û dest danîna ser kelûpel û stargehên wan kiriye.

Roja 13ê Kanûna Paşîn a 2024an, medyaya Brîtanyayê hevpeyvînek li gel Fermandarê Giştî yê HSDyê Mezlûm Ebdî belav kir.

Mezlûm Ebdî got,"Metirsiya DAIŞê di kampa û girtîgehan de berdewam e di zêdebûnê de ye û bi giştî tevgera wan zêde bûye.

Eger em bixwazin pêşî li serîhildana wan bigiri, divê hewlên me tund bibin ji bo şerkirina li dijî DAIŞê,

DAIŞ hîn dixwaze yan jî planê datîne ji bo şikandina girtîgehan.”

Fermandarê HSDyê her wiha hişyarî da, eger DAIŞ di wê hewla xwe de serketî be, dê bibe metirsiya pêleke mezin a "terorê" li tevahiya Rojhilata Navîn û li derveyî wê jî.

Hejmareke girtîgeh û kampên taybet ji bo çekdarên DAIŞê û malbatên wan li Rojavayê Kurdistanê hene ku diyartirînên wan Kampa Roj û Hol in.

Li gorî berpirsên HSDyê nêzîkî 60 hezar çekdarên DAIŞê û endamên malbatên wan li kampên Hol û Rojê dimînin.

"Rewşa mirovî ya Sûriyeyê xirabtir bûye"

Çavdêrê Giştî yê Amerîkayê di rapora xwe de derbarê rewşa mirovî ya Sûriyeyê dibêje, "Ji ber alozî, nebûna ewlehiya xwarinê û zuhabûnê rewşa mirovî li Sûriyeyê xirabtir bûye".

Her wiha çavdêr diyar kiriye, ji 27ê Çiriya Paşîn heta dawiya 2024ê nêzîkî yek milyon kes ji ber şer û aloziyan koçber bûne.

Di beşekî din ê raporê de hatiye eşkerekirin ku rêxistinên mirovî amaje bi zextên li ser depoyên xwarinê kirine.

Zêdebûna diziyê û girtina deriyên sînoran bûne sedema valabûna depoyên xwarinê.

Li gorî amarên Neteweyên Yekbûyî, ji 23.5 milyon Sûriyeyî 16.7 milyonên wan pêdivî bi alîkariya mirovî heye.

Minbic yek ji wan herêman e ku gihandina alîkariya mirovî lê pir zehmet bûye.

Rewşa aborî ya Îraqê û kêmkirina hilberandina neftê

Çavdêrê Giştî yê Amerîkayê di rapora xwe de dibêje, ji 10ê Kanûna Pêşîn a par ve Îraq rojane 200 hezar bermîl neft ji hilberîna xwe ya giştî kêm kiriye.

Ev jî li ser daxwaza OPECê bûye ji bo qerebûkirina wê mîqdara ku hilberîna zêde ku berê jê re hatibû diyarkirin.

Di raporê de amaje bi wê yekê jî hatiye kirin ku OPEC Plus ji bilî Îraqê; heman daxwaz ji çend endamên din ên xwe jî kiriye û divê heta dawiya meha Adarê pê pabend bin.

Li gorî raporê, neft ji sedî 85ê çavkaniya budceya Îraqê ye û kêmkirina hilberîna neftê jî zexteke mezin li ser budceya welat çêkiriye.

Di raporê de ev jî hatiye eşkerekirin, yek ji pirsgirêkên Îraqê ew e ku karebayê ji welatên cîran werdigire û xwe bi wan girêdaye.

8ê Adara 2025an, ew destûra 120 rojî bi dawî hat ku îdareya berê ya Amerîkayê ji bo Îraqê danîbû ji bo anîna gazê ji Îranê bi armanaca xistina kar a stasyonên hilberîna karebayê.

Berê Îraq 1,2 gîgawat kareba ji Îranê dianî. Ew mîqdara gaza xwezayî ya ku ji wî welatî jî dianî têr bû ji bo hilberandina 8,8 gîgawat kareba.

Ev 10 gîgawat jî nêzîkî ji sedî 40ê karebaya giştî ya Îraqê pêk dianî.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst