Rewşa Kurdan li Şêx Meqsûd û Eşrefiyê xirabtir bûye

26-12-2022
Xalid Cemîl Mihemed
Rewşa Kurdên li Şêx Meqsûd û Eşrefiyê ji ber serma û dorpêça hikûmeta Sûriyê xirabtir dibe
Rewşa Kurdên li Şêx Meqsûd û Eşrefiyê ji ber serma û dorpêça hikûmeta Sûriyê xirabtir dibe
Nîşan Şêx Meqsûd Eşrefiye
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Bi sermaya zivistanê ya li Sûriyê re pêwîstiya xelkê bi germkirin û elektrîkê zêde ye lê krîza sotemeniyê li Sûriyê di asta herî bilind de ye. Ev krîz demek e berdewam e. Li bajarê Helebê ku weke paytexta pîşesaziyê ya Sûriyê tê naskirin welatî di şûna sotemeniyê de neçar dimînin ku kaxez û kelûpelan bişewitînin da ku xwe ji sermayê biparêzin. Li taxên Kurdnişîn, Şêx Meqsûd û Eşrefiyê ji ber dorpêça hêzên hikûmeta Sûriyê rewşa xelkê roj bi roj xirabtir dibe.

Hevdem ligel sermaya zivistanê û pêwîstiya xelkê bi germkirin û elektrîkê, krîza sûtemeniyê li Sûriyê di lûtkeyê de ye.

Ev rewş, ne tenê li Şama paytexta Sûriyê heye, li paytexta pîşesaziyê ya wî welatî jî peyda bûye ku ew jî bajarê Helebê ye.

Li Helebê jî, taxên Kurdnişîn Eşrefiyê û Şêx Meqsûd ji 5 mehan ve, di jêr dorpêçeke tund a hêzên hikûmeta Sûriyê de ne, êdî xelk ji pêdiviyên jiyana rojane bêpar dimînin.

Firoşyara nan li Taxa Şêx Mewqsûd a Helebê Hebîba Elo anî ziman, “Jiyan pir çetin bûye, li Şêx Meqsûd, çileyê zivistanê ye, ne mazot e, ne gaz e û rê girtî ne. Hinek jin ji xwe re pincar tînin difiroşin û debara xwe dikin, ez jî nan tînim û difiroşin.”

Weke çareyeke demkî, beşek ji xelkên herdu taxên kurdnişîn li Helebê, kelûpel û kaxezan kom dikin, da wan li şûna sûtemeniyê bikar bînin.

Şêniya Taxa Şêx Meqsûd a Helebê Mizgîn Yûsif got, “Mazot tune, elektrîk tune, hevjînê min di çapxaneyekê de dixebite kaxezak kom dike, tûran tije dike û bi otomobîla xwe tîne malê.”

Kesên li nexweşxaneyan jî, bi taybetî jin û zarok, baca nebûna sûtemeniyê didin, ku ji germkirina pêwîst bêbehr dimînin.

Ev bêhtirî 11 sal û 9 mehan e, Sûriye di nav de jî Rojavayê Kurdistanê, di krîzeke aloz de dijî.

Ji naverasta Tebaxa 2022an ve jî hêzên hikûmeta Sûriyê dorpêçeke tund li ser taxên Kurdnişîn Eşrefiyê û Şêx Meqsûd li bajarê Helebê sepandiye.

Di encamê de, rewşa jiyana rojane ya 216 hezar nişteciyên wan her du taxan gelekî zehmet bûye, bêyî ku ti çareyek ji vê rewşê re bê dîtin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst