Idlib: Malbat zarokên xwe davêjin ber dîwarên mizgeftan û binê daran

25-05-2023
Xalid Cemîl Mihemed
Idlib: Malbat zarokên xwe davêjin ber dîwarên mizgeftan û binê daran
Idlib: Malbat zarokên xwe davêjin ber dîwarên mizgeftan û binê daran
Nîşan Idlib Zarok
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li Idlibê, hinek malbat zarokên xwe davêjin ber mizgeft û bin daran. Êdî avêtina zarokan bûye weke diyardeyekê.

Berpirsên navçeyên bakurê rojavayê Sûriyê ku di bin kontrola çekdarên ser bi Tirkiyê û Heyet Tehrîr El Şam de ne, dibêjin ji ber hejarî û şer li Sûriyê xelk zarokan davêjin.

Li parêzgeha Idlib a bakurê rojavayê Sûriyê, avêtina zarokan li kolanan û li ber dar û mizgeftan, bûye diyardeyeke berbiçav.

Yek ji wan çîrokên gelek, serpêhatiya Hîbe ye, ew keça ku Ibrahîm Osman, li bajarokê Kefer Deryan ê ser bi Idlibê, şevekê wê li mizgeftê avêtî dibîne, ku tenê berî du demjimêran jidayik bûbû, êdî wê dibe mala xwe û weke zarokeke xwe xwedî dike.

Nişteciyê bajarokê Kefer Deryan Îbrahîm Osman got, “Min biryar da, ez ji bo Xwedê, wê xwedî bikim, ji ber ku ev yek ji cem Xwedê ye, ti gunehê wê nîne. Xêzana min jî, ew parast û got, eger kesûkarên wê bên em ê wê bidine wan, lê ji bilî wan, na e, nadin. Bi Xwedê, bi Xwedê, bi Xwedê, ez zarok ji hemû zarokên min buhatir e.”

Ji bo parastina wan zarokên avêtî jî, navendeke xwedîkirinê sala 2019yan hate vekirin û heta niha pêşwazî li 26 zarokan kiriye.

Xwedîkara zarokan li Navenda Guhdana bi Zarokên Avêtî Hind Edra anî ziman, “Pêwendiya min bi zarokan re, pêwendiya dê bi zarokên wê re ye, yan jî dapîrê bi neviyên wê re ye. Ez ji bo wan şiyar dimînim û diwestim, lê xweşiya vê yekê jî heye, ji ber ku mirov hest bi wê yekê dike ku canekî xwedî dike, ew can jî emanetek e li cem mirov.”

Berpirsên navçeyên bakurê rojavayê Sûriyê sedema belavbûna vê diyardeyê vedigerînin hejariyê û rewşa bêhtirî 12 salan ji şer li Sûriyê.

Berpirsê Karûbarên Sivîlan li Idlibê Ebdulla Ebdulla got, “Sedema belavbûna vê diyardeyê, rewşa gelekî zehmet a şer e ku, bi ser civakê de hat û bû sedema ku mirov kezeba xwe bavêje.”

Li gorî rêxistina (SÛRÎ NE JI BO RASTÎ Û DADMENDIYÊ), di navbera salên 2021ê û 2022yan de, bêhtir ji 100 zarokê, li tevaya Sûriyê avêtî hatin dîtin, lê hejmara rasteqîne ji wê yekê gelekî bêhtir e.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst