Buseyne Şaban: Em dê hemû xalên çavdêriyê yên Tirkiyê jinav bibin

24-08-2019
RÛDAW
Nîşan Buseyna Şaban
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Şêwirmenda Serokê Sûriyê, Buseyne Şaban, got, “Em dê hemû xalên çavdêriyê yên Tirkiyê li Sûriyê îmha bikin.”


Buseyne Şaban, Şêwirmenda Serokê Sûriyê Beşar Esad, got ewê hemû xalên çavdêriyê yên Tirkiyê li Sûriyê îmha bikin.


Şêwirmenda Serokê Sûriyê di hevpeyvîneke li gel televîzyoneke nêzîkî hikûmeta Sûriyê got, Tirkiyê di vê dema dawiyê de, çekan ji grûpên li Idlibê re dişîne û diyar kir ku ew dê bi her awayî rê li ber hêzên Tirkiyê bigirin û divê ew hêzên xwe ji Sûriyê vekişînin.


Buseyne Şaban herwiha dibêje, “hêzên Tirkiyê û çekdarên Cebhet El Nusre bi hev re axa Sûriyê dagîr kirine û divê werin tunekirin.”


Buseyne Şeban aşkere jî kir ku hêzên Tirkiyê li bajarokê Morik ji aliyê artêşa Sûriyê ve hatine dorpêçkirin.


Artêşa Sûriyê ev heyameke li devera parêzgeha Idlibê, li hemberî grûpên çekdar operasyonên xwe zêde kirine û li wê herêmê bi pêş ve diçe. Li gor zanyariyan xaleke çavdêriyê ya artêşa Tirkiyê li wê deverê ketiye bin dorpêça artêşa Sûriyê. 


Tirkiyê di çarçova rêkaftina li gel Rûsyayê, 12 xalên çavdêriyê li herêma Idlibê ava kirine.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst