Li bajarokê Restenê mozaîkeke Romanî hat dîtin

23-06-2023
Loloxan
Li bajarokê Restenê mozaîkeke Romanî hat dîtin
Li bajarokê Restenê mozaîkeke Romanî hat dîtin
Nîşan Mozaîk Roman
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Li bajarokê Restenê yê bakurê parêzgeha Himsê, mozayikeke serdema Romanî ji aliyê arkelogên Sûrî ve hatiye dîtin.

Rêveberê şanda şûnwarî li Resten Emmar Musaid anî ziman, “Ev tablo ya mozayikê vedigere naverasta sedsala çarem a Zayînê. Her wiha mozayikeke din a têkçûyî ku vedigere serdema Byzanti ku vedigere sedsala pêncem a Zayînî hatiye dîtin.”

Li gor arkelogên Sûrî Mozayika Romanî ya ku li Restena Himsê hatiye dîtin,  serkeftina Yûnaniyên kevn di şerê dijî wan xelkê hov û dirinde de ku Iliada Homeros behsa wê dike nîşan dide.

Rêveberê şanda şûnwarî li Resten Emmar Musaid got, “Dîmenê şerê Qenatîr di Acropolisa Etînayê de naskirî ye, heta li ser  fexfûrên Yûnanî jî hatiye neqişkirin. Lewra ev cara yekem e em vî şerî li ser mozayikê dibînin, di dema me nebihîstiye li ser ti mozayikekê li hemû cîhanê ev yek hebe , ku şerê Qenatîr an Amazoniyan li ser hatibe neqişkirin.”

Cotmeha 2022an jî, li bajarokê Ristenê 20 kîlometre li bakurê Himsê arkelogên Sûrî Mozayikeke Romanî  bi dirêjehiya 20 metre û panahiya 6 metreyan dîtibûn.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst