Navenda Nûçeyan – Xulên rahênan û perwerdeya serbazî ya şervanên nû yên HSDê berdewam dikin. Hevpeymaniya Navdewletî serpereştiya van xulan dike lê hoz û êşîrên derdora Reqayê jî piştgiriyeke mezin didin HSDê.
Bi serpereştiya Hevpeymaniya Navdewletî ya Li Dijî DAIŞê, xulên rahênan û perwerdeya serbazî ji bo şervanên, ku nû tevlî refên HSDê dibin berdewam in. Şervan di wan xulan de fêrî taktîk û şerê kolanan û derveyî bajaran dibin. Şervan ji bow ê yekê tên amadekirin, ku di her rewşekê de armancên xwe pêkbînin û bikarin hêza beramberê xwe bişkînin.
Li rojhilatê bajarokê Silûkê ya parêzgeha Reqayê, hejmareke şervanan li ser rênimayên parastina ewlekariyê hatine perwerdekirin.
Fermandar Ferhan Hac Îsa got: “Xûla perwerdeyê nêzîkî mehekê ajot. Ev şervan dê li cih û navendan bên belavkirin. Rêveberiyên xwecihî dê cihên guncav ji bo wan destnîşan bikin, da ku şerê terorê bikin. Her kesê ku piştgiriya DAIŞê bike, dê ji aliyê van qehemanan ve bibin armanc."
Rahênerê xulê destnîşan kir, ku şervanên di van xulan de tên perwerdekirin, amade ne li her devera Sûriyê şer bikin.
Rahêner Elî Abid diyar kir: "Me şervan li vê akademiyê bi alîkariya Hevpeymanan perwerde kir. Rahênerên taybet serpereştiya perwerdeyê kirin. Me weke rahêner çend xulên şervanên nû perwede kirin û ti pirsgirêkek jî derneket. Hemû jî amade ne li her devereke sûriyê şer bikin. Pêwîstiya ku derê bi rizgarkirinê hebe, ew dê herin."
Hin serokên hoz û êşîrên derdora Reqayê jî beşdarî merasîma derçûna şervanan bûn û dan zanîn, ku êşîr rolekek girîng di piştgiriya HSDê de dilîzin.
Serokhoz Şêx Ewed got: “Eşîran roleke çalak di vî warî de lîstiye. Di serî de ji bo xelkê Reqayê ye encûmeneke sivîl hatiye avakirin. Niha ew Reqayê bi rê ve dibe. Hemû karûbarên Reqayê ji Eyn Îsa bi rê ve dibe. Di heman demê de, Encûmena Eşîran heye. Ew piştgiriyê dide vê encûmenê û HSDê."
Şervanên ji xula rahênanê derketin niha xwe ji bo çûna bereyên şer amade dikin.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse