Li Sûriyeyê 1000 kesî perwerdeya leşkerî temam kir

20-02-2025
RÛDAW
Nîşan Sûriye Perwerde Leşkerî
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li Sûriyeyê, li akademiya Rêvebiriya Ewlehiya Giştî ya Wezareta Karên Navxwe, 1000 kesî perwerdeya leşkerî qedand û ji bo wan merasîma derçûnê hat lidarxistin.

Birêvebiriya nû ya Sûriyeyê, piştî ku desthilata Beşar Esed rûxiya, ji bo pêkanîna ewlehiya welêt xebatên perwerdehiya hêzên ewlehiyê yên nû didomîne.

Di vê çarçoveyê de li akademiya girêdayî Rêvebiriya Ewlehiya Giştî ya li herêma Qabûnê ya Şama paytextê, 1000 personelên nû perwerde dîtin.

Hêzên ewlehiyê yên nû bi unîformayên reş beşdarî merasîma mezûniyetê bûn û li qada perwerdehiyê ya akademiyê kom bûn.

“Li Sûriyeyê dê ji ewlehiyê berpirsiyar bin"

Berpirsê Perwerdeyên Hêzên Ewlehiyê Muawiye Xetîb ragihand ku hezar 1000 kesî perwerdeya polîsiyê temam kiriye.

Muawiye Xetîb diyar kir ku kesên beşdar bûne di qada polîsiyê de perwerdeyên bingehîn wergirtine û got:

“Ew dê li tevahiya Sûriyeyê ji ewlehiyê berpirsiyar bin."

Xetîb her wiha eşkere kir ku ji ber rewş û pêdiviyên civakê wan kursên bilez li dar xistine û da zanîn ku dê di demên pêş de kursên perwerdeyê bidomînin.

“Dê bibin polîs”

Berpirsê Perwerdeyên Hêzên Ewlehiyê amaje pê kir ku dê di rojên pêş de perwerde bên zêdekirin û got:

"Polîsên nû xwedan asteke perwerdeyê ya lîse yan zanîngehê ne û dê li herêmên cuda yên Sûriyeyê li qereqol û beşên trafîkê wezîfedar bibin."

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst