Xelkê Sûriyê bo debara jiyanê xanî û kelûpelên xwe difiroşin

19-07-2022
RÛDAW
Nîşan Xelkê Sûriyê Debara Jiyanê
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li navçeyên di bin kontrola hikûmeta Sûriyê de, bi dehan malbatên Sûrî bo dabînkirina xerciyên debara jiyana xwe dest bi firotina xanî û kelûpelên xwe kirine.

Li gor medya Erebî û çavkaniyên xwecihî, niha li Şama paytext û navçeyên di bin kontrola hikûmeta Sûriyê de, bi dehan malbatên Sûrî bo dabînkirina xerciyên debara jiyana xwe dest bi firotina xanî û kelûpelên xwe kirine. Bi gotina aborînasekî Sûrî niha daku malbateke Sûrî ji 5 kesan pêk tê baş bijî, 3 milyon lîreyên Sûrî pêwîst in.

Li gor aborînasê Sûrî Hisên Cemîl niha mûçeya karmendê hikûmetê 100 hezar lîre ye, di dema 3 milyon lîre bo debara jiyana mehane bo malbata wî pêwîst in.

Li gor heman aborînasî, niha ji sedî 90ê xelkê Sûriye di bin hêla hejariyê de dijîn, û ji sedî 85ê xelkê bêkar in, piraniya xelkê vî welatî jî li ser hewaleyên kesûkarên xwe yên li derve dimînin dijîn.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst