Sûriye - Urdinê malên qaçaxçiyan bombebaran kirin: 10 kuştî

19-01-2024
RÛDAW
Nîşan Sûriye Bombebaran Urdin
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Balafirên şer ên Urdinê li bajarokên Urman û Melhê yên parêzgeha Siwêdayê ya Sûriyeyê malên du qaçaxçiyên madeyên hişbir bombebaran kirin.

Mal ên kesên bi navên Umer Teleb û Tirkî el-Helebî bûn ku di encamê de 10 kes hatin kuştin.

Welatî Rebah Serayedîn anî ziman:

“Daxwaza me eşkere û zelal e, daxwaza me rewa ye, em daxwaza komîteyeke lêkolînê ya navdewletî dikin da ku ku lêkolînê li ser vê komkujiyê bike.

10 kesên bêtawan canê xwe ji dest da, em ji serokatiyê daxwaz dikin, eger ew nikare artêşê bi kar bîne bila parastina asmanî bide me, em artêş in.

Çi kesê tawankar be divê bi rêya yasayê bê cezakirin, komkujiya bi vî awayî qet nayê qebûlkirin. Heta ev kes tawankar be jî nabe bi vî awayî bê armancgirtin.”

Tîmên Parastinê yên Sivîl gihiştin cihê bûyerê û wan dest bi rakirina kavil û bermahiyên bombebaranê kir.

Xelkê Siwêdayê nerazîbûneke tund li dijî vê bombebarana firokeyên Urdunê anî ziman.

"Rejîma Urdinê hevbeşê rejîma Sûriyeyê ye"

Welatî Teysîr Nesir got:

“Ev komkujiyek e li parêzgeha Siwêdayê bi çekên rejîma Urdinê hatiye kirin, bê guman rejîma Urdinê hevbeşê rejîma Sûriyeyê ye, hevbeşê çeteyên mala Esed e li ser vî tiştê ku li Sûriyeyê çêdibe.

Şehîdên bombebarana Urdinê beşek ji qurbaniyên karesata gelê me ne ku ji aliyê rejîma tawankar ve tê kirin.”

Ev çend sal in Hikûmeta Urdinê berdewamî daxwazê ji Hikûmeta Sûriyeyê dike, rêkarên rêgirtina li dijî qaçaxçiyên madeyên hişbir li nav axa xwe tund bike ku berdewamî hewl didin captagonê derbasî nav Urdunê bikin.

Ew daxwaz li gorî berpirsên Urdinê bê bersiv maye. Piştre Urdin neçar ma ku di Gulan û Kanûna Pêşîna 2023yan de bi firokeyên şer malên çend qaçaxçiyên madeyên hişbir li başûrê parêzgehên Siwêda û Derayê ku hevsînorên Urdunê ne bombebaran bike.

Di encamê de qaçaxçiyê herî mezin ê li başûrê Sûriyeyê Merî el-Remtan tevî her şeş zarokên xwe hatibû kuştin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst