Otomobîla xwe kiriye xwaringeh û mişteriyên wî gelek in

18-09-2020
RÛDAW
Nîşan Sûriye Reqa
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li bajarê Reqayê li bakurê rojhilatê Sûriyê, welatiyekî erebeya xwe ya barhilgir kiriye xwaringeheke gerok. Ebdulminhim, welatiyekî nişteciyê Reqayê ye. Ji encama şer, wê xwaringeha xwe ji dest dabû, biryar dabû ku bîrokeyeke nû cîbicî bîke û xwaringeheke gerok di nav erebeya xwe de dirust bike.

Ebdulminhim, di vê xwaringeha gerok de, sansiwîşên ziman, û mêjiyê pez, û goştê ser û piyan amade dike û ji karê xwe pir razî ye.

Ebdulminhim Cidîd, xwediyê xwaringeha gerok dibêje: "Navê min Ebdulminhim Cidîde, ji navçeya Saetê ya Reqayê me. Em li vir sandiwîşên ziman û mejiyê pez û ser û piyan difiroşin. Herwiha em sifereyên xwarinê jî li gor daxwazê amade dikin. Ev xwarineke gelêrî ye, li Reqayê navê wê Gilal e, û xelk pir jê hez dikin. Ez ji demjimêr 7ê êvarê heta yek dudoyê şevê kar dikim. "

Xwarinên ku Ebdulmihim amade dike, xwarinên gelêrî ne û li gor dil û daxwazên xelkê navçeyê ne.

Ebdulminhim Cidîd behsa xwarinan dike û dibêje: "Li vir, li herêma Reqayê navê Gilal lê dikin, navê xwarina şahan lê dikin. Li vir li Reqayê dibêjin xwarina şahan, wate xwarineke xweş e. Amadekirina wê li malê zehmet e, xelk tên vê derê û bi hêsanî sandiwîşekê dixwin û diçin. "

Kesên ku berê xwe didin xwaringeha Ebdulminhim, pir bi başî behsa xwarina wî dikin. Mihemed Ficil, bazirganekî Helebî, her ku riya wî bi Reqayê dikeve, li vê xwaringehê dibe mêvan.

Mihemed Ficil kesekî bazirgan e, ew jî wiha behsa xwarinên xwaringeha Ebdulmihim dike û diyar dike: "Li ba me Helebiyan, ev xwarineke bijartî ye, xwarina ser û piyan xwarineke bijartî ye. Li vr destê wî xweş bin. Wekî tê gotin, em Helebî ji zikê xwe hez dikin, min carekê tam kir û êdî her car bêm Reqayê, têm vê derê, û dixwim. Spas ji xwedê re, destê wî sax bin, tiştekî xweş e."

Hecedarî pir caran bîrokeyên nû peyda dike. Piştî tirafa şer jî sar dibe, kulîlk dipişkivin, da ku jiyan berdewam bike.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst