Li Sûriyeyê betlaneya sersalê çend roj in?

15-12-2023
Nîşan Sûriye Sersal Betlane
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Hikûmeta Sûriyeyê bi rêya daxuyaniyekê ragihand ku betlaneya fermî ya sersalê 9 roj in.

Li gorî daxuyaniyê dê hemû karmendên saziyên fermî ji bo sersalê 9 rojan betlaneyê bikin.

Li gorî Hikûmeta Sûriyeyê, betlane dê 24.12.2023yan dest pê bike û heta 01.01.2024an berdewam bike.

Herwiha dê karmend 2yê Kanûna Paşînê dest bi karê xwe bikin

Di heman daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku li gorî Madeya 43yan a Yasaya Bingehîn, “ew saziyên ku pêwîst e karê wan berdewam bike divê li ser karê xwe bimînin.”

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst