Girên Colanê ji Sûriyeyê hatin topbarankirin, Îsraîlê bersiv da

15-11-2023
RÛDAW
Nîşan Sûriye Girên Colanê
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Girên Colanê yên Îsraîlê, ji başûrê Sûriyeyê hatin topbarankirin û Îsraîlê jî bersiv da.

Piştî şerê Îsraîl û Hemasê, êrişên ji Sûriye û Libnanê yên li dijî Îsraîlê jî zêde bûne.

Şeva borî, 2 roket ji başûrê Sûriyeyê hatin avêtin û li Girên Colanê yên di bin destê Îsraîlê de ketin.

Li gorî çavkaniyên xwecihî, ew her du roket ji parêzgeha Quneyterayê ya li başûrê Sûriyeyê hatine avêtin û li Girên Colanê ketine.

Heman çavkaniyan da zanîn ku hêzên Îsraîlê bersiv daye û wan cihekî li nêzîkî bajarokê Xan Ernebe yê di navbera Şam û Qyneyterayê de kiriye armanc.

Heta niha tu aliyekî berpirsiyariya wê êrişa ku ji xaka Sûriyê hatiye kirin negirtiye ser xwe.

Herwiha derbarê zerer û ziyanan de jî ti daxuyanî nehatine belavkirin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst