Koçberên Sûrî bi komkirina paşmayên plastîkî debara jiyana xwe dikin

12-06-2023
Loloxan
Koçberên Sûrî bi komkirina paşmayên plastîkê debara jiyana xwe dikin
Koçberên Sûrî bi komkirina paşmayên plastîkê debara jiyana xwe dikin
Nîşan Idlib
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li parêzgeha Idlibê weke gelek herêmên Sûriyê hejariya xelkê her ku diçe zêdetir dibe, hejmarek koçberên ku li gundên parêzgeha Idlibê bicih bûne ji bo debara jiyana xwe bermahiyên plastîkî kom dikin û difiroşin kargehên jinûve çêkirina plastîkan û debara xwe pê dikin.

Li Idlibê 4 kargehên recyclkirinê hene. Kesên di komkirina plastîkan de dixebitin dibêjin ew neçar in bêhna nexweş tehemûl bikin da ku debara jiyana xwe bikin.

Gundê Hezre ye li bakurê Idlib a bakurê rojavayê Sûriyê. Koçberên Sûrî paşmayên plastîkê li nav zibildanê kom dikin da ku debara jiyana xwe dabîn dikin.

Koçberê Helebê Mihemed Bilal got, “Em ji ber vî karî derd û êşan dibînin, ji ber bêhna zibil û paşmayan. Lê em dê çi bikin divê em vî karê zehmet tehemûl bikin. Ez di şer de birîndar bûm, min nikarî kar bikim, karekî baş bi dest min neket, spas ji Xwedê re, bi kêmanî karekî min heye.”

Li gundê Ram Hemdan ê li bakurê Idlibê jî koçber paşmayên ku kom dikin difiroşin xwediyên kargehên recyclkirinê wate ji nûve çêkirinê.

Bazirganê Plastîkê Ferhan Silêman anî ziman, “Em plastîkê kom dikin û ji otombîlên gerok û zarokan dikirin, piştre ji hev cuda dikin û dihêrin û baş dişon û dişînin kargehên recyclkirinê ku wan dikin hesîr, kursî û kel û pelên nav malê.”

Li nav kargeha recyclkirinê jî plastîkên cudakirî û şûştî tên ristin û piştre dibin hesîr û li bazarê tê firotin.

Xwediyê Kargehê Xalid Reşo jî got, “Gelek xelk ji civakê sûdê ji paşmayan dibînin. Karker wan kom dikin û karmend li nav aş wan dihêrin, heman tişt li vir li nav kargehê jî çêdibe, her karkerek li ser sê makîneyan kar dike, li vir zêdeyî 30 karmendên me hene, gelek malbat sûdê dibînin.”

Li bakurê Idlibê 4 kargehên recyclkirinê hene; du di warê plastîkê de ne ku 150 tonan berhem tînin û yên kaxez û kartonan jî 130 tonan berhem tînin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst