Piştî 12 sal şer koçberên Sûrî dixwazin vegerin warê xwe

13-03-2023
RÛDAW
Koçberên Sûrî bang li civaka navdewletî dikin dawiyê li aloziyê bînin
Koçberên Sûrî bang li civaka navdewletî dikin dawiyê li aloziyê bînin
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - 12emîn salvegera destpêkirina kirîza Sûriyê nêzîk dibe, di encamê de bi milyonan welatiyên Sûriyê perîşan û koçber bûn. Koçberên Sûrî bang li civaka navdewletî dikin dawiyê li aloziyê bînin.

Piştî derbasbûna 12 salan di ser krîz û şerê navxwe yê Sûriyê re, koçberên Sûrî li nav bajar û kampên welat bi hêvî ne aştî û aramî çêbibe daku vegerin war û malên xwe.

Koçberê Idlibê Seîd Hac Umer dibêje: “Şer li Sûriyê ku ji 13 salan ve pêketiye bo me trajedyayek bû, di encam de me can û malên xwe li ser kir. Niha em li nav stargeheke mezin a koçberan li Idlibê dijîn. Berî 8 salan em li gel gelek malbatan ji Cisir Şixûrê koçber bûne, em di tecrubeyeke mezin re derbas bûn, em dixwazin vegerin warê xwe. Em di rewşeke zêde xirab re derbas dibin, hemû xelkê vir hejar û karker in.”

Piraniya koçberên Sûrî yên li nav kampan xaniyên xwe ji dest dane, hawara xwe digihînin aliyên peywendîdar û civaka navdewletî alîkariya wan bikin.

Koçbera Sûrî Rexde Hesen Mircan jî got: “Jiyana me berî şer xweş bû, her tişt li ber dest bû, lê piştî pêketina şer jiyana me zêde xirab bûye, me ji neçarî malên xwe bicîh hiştin, em tenê dixwazin vegerin warê xwe. Em bi hêvî ne welatên Erebî û biyanî vê trajedyayê bi dawî bînin û welatê me ava bikin.”

Li gorî Neteweyên Yekbûyî nêzîkî 400 hezar kes di şerê navxweyî yê Sûriyê de hatine kuştin û 7 milyon koçberî derveyî welat bûne û bi qasî wan jî li nava Sûriyê bûne koçber.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst