MSD li ser bûyerên Siwêda: Zindîkirina Şoreşê ye

13-02-2022
RÛDAW
Nîşan MSD Siwêda Şoreş Rejîma Sûriyê Sûriye Xwepêşandan Meclîsa Sûriya Demokratîk
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – MSDê derbarê xwepêşandanên xelkê Siwêda de ragihand, “Ew a li Siwêda çêdibe zindanîkirina şoreşê ye.”

Daxwaza baştirkirina rewşê

Encûmena Sûriya Demokratîk (MSD) derbarê xwepêşandan û aloziyên li bajarê Siwêda yê Sûriyê daxuyaniyek belav kir.

MSD bibîr dixe, “5 roj e xwepêşandanên aştiyane yên xelkê Siwêda destpê kirine” û amaje bi wê jî dike, ev xwepêşandan jî tevî rêkarên ewlekarî yên tund ji aliyê desthilata Şamê ve ku tê de daxwaza azadî û baştirkirina rewşa jiyana xwe dikin.

`Şoreşa Azadî û Rûmetê`

MSD xwepêşandanên li Siwêda wek “Şoreşa Azadî û Rûmetê” binav dike û dibêje, “îro jî li Swêda ku bi dengê hemû Sûriyan diaxivin, tevî astengiyên di 10 salên bûrî de hebûne.”

MSD diyar dike ku “Şoreş ji rêya xwe derket, piştî ku Îslama siyasî dest danî ser û piştre rêkxistinên terorîst weke DAIŞ û Nusre û grûpên din ên çekdar ku bi fermanên Tirkiyê tev digerin, hemûyan alîkariya mana rejîma diktator kirin ji ber ku armanca wan detshilat e, ne bidestxistina mafê xelkê.”

MSD dibêje, ew a li Swêda çêdibe, “zindîkirina Şoreşê ye û MSD li kêleka xelkê Swêda radiweste û ji nêzîk ve rewşê dişopîne” û daxwaz jî dike “serperiştên xwepêşandanan rê nedin ti aliyekî wê ji rêya wê ya aştiyane derbixe.”

Hişyarî û daxwaza ji civaka navdewletî

MSD hişyarî derbarê rewşa metirsîdar ya Siwêda dide, ji ber ku civaka navdewletî mijûlî krîza Rûsya û Ukrayna ye û dibêje, “desthilata Şamê vê yekê ji xwe re bikar tîne da ku wan nerazîtiyan tepeser bike.”

MSD daxwaz ji Civaka Navdewletî taybet jî Hikûmeta Rûsyayê dike ku “sînorekê ji desthilata Şamê re deyne ku ti komkujiyan encam nede, rêya diyalogê bide berxwe ji bo çareserkirina rewşê ji ber ku take rê ye ji bo rizgarkirina xelkê, welat û aramiya navçeyê.”

Xwepêşandanên li Siwêda

 

Ji 5 rojan ve, bê rawestan, xwepêşandan û çalakiyên nerazîbûnê li Siwêdaya Sûriyê berdewam in û hikûmeta Sûriyê jî hêzeke mezin şandiye wî bajarî ku dikeve başûrê Sûriyê.

Siyasetmedar û aborînas Salih el-Nebwanî ji parêgeha Siwêda ji Rûdawê re got, ev çalakî li dijî biryarên ne dirust ên hikûmeta Sûriyê tên kirin û hêvî kir ku ev çalakî li tevahiya navçeyên Sûriyê belav bibin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst