Meclîsa Îslamî ya Sûrî: Em lihevkirina li gel rejîma Sûrî red dikin

12-08-2022
RÛDAW
Nîşan Sûriye Tirkiye Opozisyona Sûriyê Meclisa Îslamî ya Sûrî Xwepêşandan
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Meclîsa Îslamî ya Sûrî ser bi opozisyonê daxuyaniyek belav kir û tê de ragihand “lihevkirina li gel rejîma Sûrî wate lihevkirin li gel  mezintirîn teror li navçeyê, ku gefê li welat û gelên cîran dike, herwiha lihevkirina lige rejîma Sûrî dijî biryarên navdewletî dibe, ev jî wek lihevkirina li gel DAIŞ, HSDê û PKKê ye.”

Li aliyekî din, di daxyaniya Meclîsa Îslamî ya Sûrî de hat destnîşankirin “ji mafê gelê Sûriyê ye bi hemû saziyên xwe yên şoreşgêrî, sivîl û serbazî vê nerînê red bike, û ne ji mafê ti kesî ye li cihê gelê Sûriyê biryarê bide, lê di heman demê de jî nabe gelê me alayan bişewitîne û zerarê bigihîne saziyan û mal û milkên taybet û giştî.”

Daxuyaniya Meclîsa Îslamî ya Sûrî ser bi opozisyona Sûriye tekezî li ser jinavbirina rejîma Sûriye dike bi hemû saziyên wê yên “serkutkar û emnî”, û eşekere dike ku nabe ti kes gotêbêjan li ser xwîna şehîd û birîndarên gelê Sûriye bike û bazirganiyê bi derd û êş û terajedya wan bike.

Îtilafa Sûrî ser bi opozisyonê daxuyaniyek belav kir

Îtilafa Sûrî ser bi opozisyonê daxuyaniyek belav kir, tê de hat ragihandin “Em pabendin bi biryara 2254ê û veguhestina siyasî ya giştî û em kar dikin bo dadgehkirina Esed.”

Herwiha di daxuyaniyê de hatiye, rejîma Esed rejîma komkujiyê ye, ku bi hezaran tawanên cengê dijî gelê Sûrî kirine, ku heta niha jî kortla taxa Tedamun a Şamê di xeyala cîhanê de maye, herwiha wek wê wêneyên zêdeyî 10 hezar şehîdên di bin êşkencedanê de ku Qeyser ew biribûn, û bi hezaran zarok jî bi kîmyayî hatibûn xeniqandin.

Herwiha Itîlafa Sûrî di daxuyaniya xswe de eşkere dike, ji êvara 11ê mehê ve Itîlafê gelek peywendî li gel aliyên hikûmeta Tirkiye kirine derbarê daxuyaniya wezîrê derve yê Trikiye, wam jî tekezî kirin ku ew li gel pêkanîna armancên gelê Sûriyê ne û li gel cîbicîkirina biryara 2254ê.

Di dawiya daxuyaniya Itîlafa Sûrî ser bi opozisyonê de hatiye, xwepêşandanên gelê Sûriye yê azad li bakur pêşan didin ku hêjî şoreş di nava dilê xelkê de pêketiye, û nabe alaya dewleteke dost ku xwîna weloatiyên wî tevlî xweîna me bûye bo rizgarkirinê û şerfê dijî grûpên terorîst, û mêvandariya nêzîkî 4 milyion Sûrî li ser erda xwe dike.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst