Diyaloga aliyên Suryan û Aşûrî destpê kiriye

12-04-2021
RÛDAW
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Ji nêzîkî 4 mehan ve diyaloga Siryan û Aşûriyan destpê kiriye û berdewam e.

Serokê Yekîtiya Suryanî li Sûriyê Senherîb Bersom,  ji Rûdawê re ragihand ku ew diyalog berdewam e, lê Suryan û Aşûriyên alîgirên hikûmeta Sûriyê, di wê diyalogê de beşdar nabin, dîsa jî wan gavên baş avêtine û lê hîn negihiştine tu rêkeftinekê.

Armanc ji wê diyalogê ew e ku Suryan û Aşûrî bigihêjin hevtêgihiştineke siyasî û yekrêziya xwe ava bikin, ji bo bidestxistina maf û destkeftiyên gelê xwe li Sûriyê û nûnertiyeke hevbeş ji wan re hebe.

Hevserokê Partiya Yekîtiya Suryanî Senherîb Bersûm dibêje: “Ji çend mehan ve, di navbera partiyên Aşûrî-Siryanî li vê derê, li Sûriyê, têne encamdan. Bi armanca gihiştina bi lihevkirinên siyasî, derbarê armancên niştimanî, armancên neteweyî, li ser mijarên praktîkî ku pêkan e li cem van partiyan bi hev re kar li ser bikin. Ev gav weke sûrbûnê ye ji van partiyan da bi rola xwe rabin weke nûnertiya gelê Siryanî-Aşûrî li Sûriyê, ku rola wî ya guncaw hebe di Sûriyeya paşerojê de, di nav wan komîteyên pêwendîdar de, ji bo cîbicîkirina biryarên Neteweyên Yekbûyî û garantî ji bo mafên vî gelê hebe, weke pêkhateyên din, weke Kurd û Ereban li Sûriyê.”

Di berdewamiya axavtina xwe de Sersûm got: “Ev tişt ji bo me prensîpên sereke û bingehîn in, serbarî wê jî, sîstema rejîmê li Sûriyeya paşerojê. Em, partiyên Siryanî-Aşûrî hewl didin li ser van hemû mijaran bigihêjin  lihevkirinê, herwiha bi rêya wê belgeyê li ser hinek karên din û berfirehbûnê jî di nav vê pêkhateyê de bikin, da ku beşdarbûna çîn û saziyên din jî hebe, ji vê pêkhateyê ji bo ku rola hemûyan di diyarkirina çarenivîsa gelê me de û nerîna wî li ser Sûriyeya paşerojê hebe."

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst