Kar û xebatên nûjenkirina Keleha Helebê ber bi dawiyê ve diçin

10-11-2023
Loloxan
Keleha Helebê
Keleha Helebê
Nîşan Keleha Helebê Nûjenkirin
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Roj bi roj kar û xebatên nûjenkirina Keleha Helebê ya Sûriyeyê ber bi dawiyê ve diçin.

Ji ber erdheja 6ê Sibatê çend dîwar, korîdor û dergehên Keleha Helebê zerer dîtibûn, bi taybetî jî dergehê serekî.

Rêveberê projeyên aborî Ehmed Kibe got:

“Em di proseya nûjenkirina dergehê serekî yê kelehê de gihîştine qonaxa duyem. Qonaxa yekem ji sedî sed bi dawî bûye.

Di qonaxa yekem de sitûn û dîwar hatin bihêzkirin û li cihên kevirên herifî yên nû hatin danîn. Di qonaxa duyem de em gihîştine ji sedî 70yê.

Em birc û pêlekanan bihêz dikin, herwiha hinek cihên nû zererdîtî me kifş kirine em kar li ser wan dikin.”

Piştî ku Keleha Helebê ji ber erdheja 6ê Sibatê zerer dîtibûn, ji serdanê re hatibû girtin.

Aliyên pêwendîdar ên Hikûmeta Sûriyeyê bi hevahengiya UNESCOyê dixwazin di demeke herî kurt de proseya nûjenkirinê bi dawî bikin.

Rêveberê Keleha Helebê Mihemed Nûr Hebeq jî anî ziman:

“Keleha Helebê rûbirûyê zererên zêde bûye ku di Sibatê de çêbûbû. Nêzîkî 5 pêgehên kelehê zerer dîtibûn, bi taybetî jî dergehê tekane û serekî yê kelehê.

Bi destpêşxeriya Emane ya Sûriyeyê dergehê serekî di 2 qonaxan de hat nûjenkirin ku niha bi dawî bûye, êdî bi ewlekirina dergehê serekî dê derbasbûna nav kelehê ewle be.”

Her li gorî aliyên pêwendîdar di nîvê meha Kanûna Pêşînê de dê kar û xebatên proseya nûjenkirina Keleha Helebê bi dawî bibin.

Li gorî dîroknasan Keleha Helebê 3 hezar sal Berî Zayînê li ser rûberê 450 metre dirêjahî, 325 metre panî û 50 metre bilindahî hatiye dîzaynkirin.

Piraniya beşên diyar ên kelehê jî wek birc, koşk û mizgeft di Serdema Eyyûbiyan de hatine avakirin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst