Mekanîzmaya derbaskirina alîkariyên NY bo nav Sûriyê îro bi dawî dibe

10-07-2023
Loloxan
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Îro 10ê Temûza 2023an mekanîzmaya gihandin û  derbaskirina alîkariyên Neteweyên Yekbûyî ji aliyê Trikiyê ve bi rêya Deriyê Bab el-Hewa li bakurê Idlibê bo nav Sûriyê bi dawî dibe, di demekê de ku tê çavrêkirin Civata Ewlekariyê derbarê vê mijarê de bicive.

Li gor medyaya Sûriyê, hikûmeta wî welatî derbarê mekanîzmaya derbaskirina alîkariyan de bi rêya Deriyê Bab el-Hewa tenê bo dema 6 mehan razî ye.

Berpirsên Neteweyên Yekbûyî yên taybet bi dosyeya Sûriyê daxwaz dikin, mekanîzmaya derbaskirina alîkariyên mirovî bo nav Sûriyê heta 12 mehan bê dirêjkirin.

Ev di demekê de ye, ku Amerîka û hevpeymanên wê yên rojavayî dixwazin herdû deriyên Bab el-Selame û el-Raî yên li bakurê Helebê û hevsînor ligel Trikiyê di nav biryara dirêjkirina mekanîzmaya derbaskirina alîkariyan de bin, lê hikûmeta Sûriyê û hevpeymanên wê Rûsya û Çîn vê yekê red dikin.

Ji sala 2014an ve, alîkariyên mirovî yên Neteweyên Yekbûyî bi rêya Deriyê Bab el-Hewa bo dema 6 mehan derbasî bakurê rojavayê Sûriyê dibin, ku zêdeyî 4 milyon kes li parêzgeha Idlibê sûdê jê dibînin, di demekê de ku pêwîstiya dirêjkirina wê mekanîzmayê bi biryara Civata Ewlekariyê ya Navdewletî heye.

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst